Jinên ji Dêra Zorê berê xwe didin nava refên YPJ'ê
Di salvegera 1'emîn a têkbirina DAÎŞ'ê de jinên Ereb ên ji herêma Dêra Zorê berê xwe didin nava refên têkoşînê. 5 jin ên ciwan ên Ereb ji navçeyên cuda yên Dêra Zorê tevlî nava refên YPJ'ê bûn.
Di salvegera 1'emîn a têkbirina DAÎŞ'ê de jinên Ereb ên ji herêma Dêra Zorê berê xwe didin nava refên têkoşînê. 5 jin ên ciwan ên Ereb ji navçeyên cuda yên Dêra Zorê tevlî nava refên YPJ'ê bûn.
Beriya bi salekê li herêma Baxozê ya Dêra Zorê çeteyên DAÎŞ'ê di encama pêngava serketî ya hêzên QSD, YPG û YPJ'ê çeteyên DAÎŞ'ê ji aliyê leşkerî ve hate têkbirin. Pêngav bi berdêlên giran hate meşandin û di encama hevgirtina gelên herêmê; Suryan, Tirkmen, Çerkez, bi taybetî jî hevgirtina gelên Kurd û Ereb bi ser ket.
Ev bajarê ku zêdetirî 5 salan di bin zordestiya DAÎŞ'ê de ma û bi hezaran mirovên wê neçarî koçberiyê bûbû, hêdî hêdî rih pê hat û vaye pêl bi pêl vedigerin ser xaka xwe û bi hev re birînên xwe yên ku bi salan bû nedihate dermankirin dipêçin.
Di pêngava têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de gelek şervanên YPJ'ê di eniyên herî pêş ên Dêra Zorê de cihê xwe girtin û canê xwe fedakirin. Ev sekna leheng a şervanan bandorek li ser keçên ciwan ên herêmê kir. Bi vê pêngavê re ew jî êdî gihan wê têgihiştinê ku dikarin xwe û welatê xwe biparêzin. Bi vê bîr û baweriyê bi dehan jinên Ereb ji bajarê Dêra Zorê tevlê nava refên YPJ’ê dibin.
Di salvegera 1'emîn a têkbirina DAÎŞ'ê de û di salvegera 7'emîn a damezrandina YPJ'ê de jinên Ereb ên ji Dêra Zorê berê xwe didin nava refên tekoşînê. Vaye 5 jin ên ciwan ên Ereb ji navçeyên cûda cûda yên Dêra Zorê tevlê nava refên YPJ’ê bûn.
Herdû xwûşkên bi navê Sena û Cemîla ku birayekî wan ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye înfaz kirin û birayekî wan jî di nava refên QSD’ê de tevlê karwanên şehîdan bûye, sedema tevlêbûna xwe parve kirin; "Bi salan em di bin zilma giran a DAÎŞ'ê de bûn. Bi rastî ne ti jiyan bû. Ne me dikarî gavekê bavêjin, ne nefeseke rihet bigrin. Ji xwe ew çarşefa reş her li ser me bû. Wê demê birayê me revandin. Me carekê bihîst ku ew qetil kirine. Piştî wê birayek min soza tolhildana wî da û tevlê nava refên QSD’ê bû. Bi tevlêbûna wî re me hêdî hêdî jiyana şervanan nas dikir. Piştî wê li Şedadê şer giran bû û birayê min di çeperên pêş de li dijî çeteyan heya dawiyê şer kir, piştre me agahiya şehadeta wî girt. Birayê min wisa tola birayê me rakir û xatir ji me xwest. Şehîdbûna wî bandoreke cuda kir. Êdî me zanî ku li pêşiya me rêyên cuda hene. Rêya xelasiya ji zilm û zorê û kevneşopiyên civakî heye. Bi vî rengî me her du xwişkan biryar da ku em tevlê nava refên YPJ’ê bibin. Hem di şopa birayê xwe de tola birayê xwe rakin, hem jî ji bo weke jinekê em xwe jî nas bikin û hemû jinan biparêzin."
Çîroka her şervanekê bi êş, xemgînî û azaran ve dagirtiye. Em li serpêhatiya şervanên din jî guhdar dikin. Careke din 2 xwişk û heman sedem berê wan dide nava refên YPJ'ê. Emel û Zeyneb ew jî di dema ku bajarê wan ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve tê dagirkirin, tevî malbata xwe neçarî koçberiyê dibin. Bi salan dûrî welatê xwe dijîn û her li benda agahiya rizgarkirina bajarê xwe dimînin.
Her du xwişk wiha qala tevlêbûna xwe kirin; "Me zilmeke mezin ji destê çeteyên DAÎŞ'ê dîtin. Bi salan destdirêjî li me kirin, xwişk û birayên me revandin, qetil kirin û zilmeke mezin bi ser me de anîn. Ji ber wê em neçarî koçberiyê bûn. Bi salan em dûrî welatê xwe man û bêzar bûn. Bi vî rengî em her li benda rizgarkirina bajarê xwe bûn. Û çawa me agahiya rizgarkirina Dêra Zorê û dawiya DAÎŞ'ê girt, em yekser ji koçberiyê vegeriyan. Vaye niha jî em di nava refên YPJ’ê de cihê xwe digrin. Em bi vê tevlêbûna xwe gelek serbilindin. Ji ber em hêdî hêdî fêr dibin çawa xwe ji nûve ava bikin û welatê xwe ji dagirker û zilimkaran biparêzin."
Şervana bi navê Amara jî jineke ciwan a ji heman herêmê ye. Amara jî mîna hevrêyên xwe bi van hevokan qala salên xwe yên koçberî û xerîbiyê kir; "Bi rastî jî di temenek pir biçûk de me şahidî ji zilm û êşên gelekî mezin re kir. DAİŞ’ê li ber çavê me dest, ling û serê mirovan jêkir. Mafê me nînbû em yek gotinê jî bêjin. Her tişt qedexe bû. Ev rewş ji bo me jinan girantir bû. Lê îro ya ku lewaz bû ewin ne em. Ji ber bi rastî min bi hatina xwe ya nava refên YPJ’ê de ev ferq kir, êdî cihekî ku xwe têde îfade bikim, ji êş û azarên xwe re derman peyda bikim heye. Ew jî tevlêbûna nava refên YPJ’ê ye û bi vê gelek kêfxweşim."
Her şervanekê di dawiya nirxandina xwe de bal kişande ser girîngiya xweparastinê û banga tevlêbûna nava refên YPJ'ê kirin. Şervana bi navê Amara jî bi gotina stranekê hest û dilşadiya xwe bi me re parve kir.