Li Qamişloyê êrişa hewayî ya li dijî benda kontrolê ya rejîmê

Li bajarê Qamişloyê, balafirên şer ku tê texmînkirin ên koalîsyonê ne li bendeke kontrolê ya rejîmê xistin. Tê gotin ku êrişa hewayî piştî hewldana rejîmê ya ji bo astengkirina konvoya koalîsyonê qewimiye.

Balafirên şer li bendeke kontrolê ya li Qamişloyê ya rejîma Sûriyeyê xist. Balafirên şer ên ku bombardûman kirin, tê texmînkirin ku yên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ye.

Li gorî agahiyan, benda kontrolê ya rejîma Sûriyeyê ya li nêzî gundê Ebû Zeheb ê Til Berakê, serê sibehê li pêşiya konvoyeke Koalîsyona Navneteweyî bû asteng.

Hate ragihandin ku piştî vê astengiyê, balafirên şer ên tên texmînkirin yên koalîsyonê ne, bombe li benda kontrolê ya navborî barandin. Li gorî agahiyan di encama bombardûmanê de ji rejîmê kuştî û birîndar hene. Lê hejmar diyar nebû.