Dewleta Tirk 2 sivîlên din jî revandin

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Dibse ya Til Temirê 2 sivîl revandin

Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk a dagirker li gundê Dibse ya dikeve ser rêya M4 a Til Temirê xwestin malên gundiyan talan bikin û bidizin.

Dema ku gundî li dijî vê derketin, 2 gundî hatin revandn.

Aqûbeta sivîlên hatin revandin nayê zanîn.

Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk sûcên dijî mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomîne. Hema bêje roj tine ku sivîl bên revandin.Piraniya sivîlên tên revandin jî ji bo fîdyeyê direvînin. Di salên dawî de bi hezaran kes bi vî rengî hatin revandin, êşkence lê hatin kirin; hinek jî bi hovane hatin qetilkirin, hinek jî hê ti agahiyek li ser nehatine girtin.

17’ê Tebaxê li gundê Şêxotka ya Mabata ya Efrînê 3 sivîlên Kurd ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibûn revandin. 16’ê Tebaxê jî li gundê Rermişa ya Şiyê ya Efrînê jî 3 sivîl ji aliyê teşkîlata MÎT a Tirk ve hatibûn revandin.