HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanekî wan bi qezayekê şehîd bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanekî wan bi qezayekê şehîd bûye.
Daxuyaniya HRE`yê ya têkildarî mijarê wiha ye:
"Şervanê me Aram Efrîn, 18`ê Tebaxê bi qezayekê şehîd bû. Hevrê Aram Efrîn, bi hestên welatparêziyê û bi naskirina têkoşîna li ser hîmê hebûn û azadiyê ya gelên me, tevlî refên me bû. Li dijî êrişên paşverû ku destkeftiyên gelên me dikin hedef, hevrê Aram bi biryardarî sekinî. Erk û berpirsiyariyên ku hevrê Aram di nav şerê me yê berxwedanê de wergirt, bi azweriyekî mezin bi cîh anî.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Aram Efrîn
Nav û Paşnav: Ebdo Osman
Navê Dayikê: Xalîde
Navê Bav: Ebas
Cih û Dîroka Şehadetê: Encama qezayê | 18 Tebax 2020
Em di şexsê hevrê Aram Efrîn de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."