Di êrîşa dagirkeran a li Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn

Di encama êrîşa SÎHA’yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên dikevin rojavayê Eyn Îsayê de 2 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Ebû Sira û Dibis ên dikevin rojavayê Eyn Îsa û rêya M-4 bombe kirin.

Hate ragihandin, di encama êrîşa balafirên bêmirov ên biçek ên (SÎHA) a dewleta Tirk de 2 sivîl birîndar bûn.