Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 47 kes bi vîrûsê ketin

Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di nava 24 saetan de 47 kesên nû bi şewba vîrûsa Koronayê ketine. Hejmara kesên mirine jî gihişte 17’an.

Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Ciwan Mûstefa, têkildarî şewba vîrûsa Koronayê agahiyên dawî parve kir.

Li gorî daxuyaniyê di nava 24 saetên dawî de 47 kes bi şewbê ketine, ji vana 22 jin, 25 jî mêr in.

Li gorî bajaran hejmara kesên bi şewbê ketin wiha ne: Qamişlo: 21,Dêrikê: 3, Hesekê: 11, Rimêlan: 1, Girkê Legê: 1, Reqa: 4, Dêrazor: 4, Kobanê: 1, Tebqa jî 1.

Li gorî heman daxuyaniyê jî 15 kesên ku vîrusa Korona ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 327 kes bi vîrusê ketine, 17 nexweşan jiyana xwe ji dest daye û 51 nexweş jî baş bûne.