Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 Kurd revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sivîlên din ên Kurd revandine.

Rêxistinê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li gundê Şêxotka ya navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîlên Kurd ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin.

Hate ragihandin ku Mihemed Menan Reşo (53), Mihemed Mihemed Reşo (59) ve Zekî Hena Reşo (48) ên hatin revandin birine gundê Emara ya girêdayî navçeya Mabatayê.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku Mihemed Mihemed Reşo berî niha jî 3 caran ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin û li pêşberî fîdyeyê hatiye berdan.