Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: MÎT’ê 3 Efrînî revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk MÎT’ê li Efrînê 3’ê Kurdên sivîl revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê da diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk MÎT’ê li Efrînê 3’ê Kurdên sivîl revandin.
Di daxuyaniyê de diyar kir ku li gundê Termîşa ya girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê 3 Kurdên sivîl ji aliyê MÎT’ê ve hatine revandin û aqûbeta wan ne diyar e.
Di sîteya Efrîn Post de jî navê sivîlên hatîn revandin bi şêweyî diyar kir: Xelîl Menan Seydo (45), Kamîran Xelîl Seydo (22) û Ferdî Xelîl Seydo (40).
Hîn nayê zanîn ku ji ber çi sedemê sivîl hatine revandin.