Li Efrînê gelek kes hatine revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên Sikûr El Şîmal ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, zêdetirî 10 welatiyên sivîl revandine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ku raporek parve kir, ragihan ku 17’ê Tebaxê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve zêdetirî 10 sivîl hatine revandin.

Di raporê de ev agahî hatine parvekirin: “Çeteyên koma Sikûr El Şemal a girêdayî dewleta Tirk a dagirker di dîroka 17`ê Tebaxa 2020`an de zêdetirî 10 sivîlên Efrînê yên ji gundê Gemrukê yê girêdayî navçeya Mabata, revandin û ji bo serbestberdana wan fidiye ji malbatên wan xwestin."

Li gorî rapora rêxistinê, sivîlên hatine revandin ev in: Ednan Zekeriya Hesen (35), Ehmed Zekeriya Hesen (38) ku bira ne, Ebdulrehman Ebdo Ehmo (75) ku piştî hezar Lîreyên Tirk dan îro hate berdan, Luqman Xelîl Ehmo (35), Ebdo Hesen Resûl (75), Zekî Xoce Elî (62) û Kemal Hesen Ehmed (62). Navên kesên din nehatin zanîn.

Çeteyên koma navborî bi tewanên ku di dema Rêveberiya Xweser de parastina bendên kontrolê yên gund kirine, her 10 kesan wekî komekê direvînin. Çeteyên Siqûr Şemal li hemberî serbestberdana wan, hezar lîryên Tirkiyê fidiye diwazin. Ji bilî Ebdulrehman Ebdo Ehmo ku îro hate berdan, hemû kesên din hîna li cem çeteyan girtî ne. Hemleya revandinê li gund hîna berdewam e."