Li Dêra Zorê şaneyeke ya DAÎŞ’ê hate girtin

Şervanên QSD’ê li herêma Bîsera ya li Rojhilatê Dêra Zorê, şaneyeke ya DAÎŞ’êgirin.

Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ê, di hesaba xwe ya Twîtterê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Tîmên me yên taybet, di çarçoveya xebatên parastina ewlekariya herêmê de, bi hevkariya hewayî Koalîsyona Navnetewî, li herêma Bîsera ya li Rojhilatê Dêra Zorê operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de 4 endamên şaneyên rêxistina DAÎŞ’ê, bi çek û kel û pelên wan ên teknîkê ve hatin girtin.”