Şehîdê Erka Xweparastinê Esad Elî spartin axê

Cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Esad Elî ku dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, li Dêra zorê şehîd bûbû, li Goristana şehîdan a Til Hemîsê spartin axê.

Bi tevlîbûna dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê û malbata şehîd, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Esad Elî yê 16’ê Tebaxê li Dêra Zorê şehîd bûbû, li Goristana şehîdan a Til Hemîsê spartin axê.

Ji ber belavbûna pandemiya şewba vîrûsa Korona ya li herêmê, di çarçoveya tedbîrên hatine girtin de merasîm tenê bi beşdariya malbata şehîd û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.