Dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk a li Idlibê bû hedefa roketan

Li Idlibê di dema dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk de ya li ser rêya M4, teqînekê rû da. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova di 13'ê Tebaxê de diyar kiribû ku wan dewriye rawestandine.

Li rêya M4 (Heleb-Lazkiye) ya Idlibê, roja Duşemê di dema dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk de teqînekê rû da.

Navenda Lihevkirinê ya Aliyan a Rûsyayê ya li Sûriyeyê diyar kir ku teqîn li nêzî wesayita leşkerên Tirk pêk hatiye.

Ji dîmenên li medya dîjîtal hatine belavkirin tê dîtin ku roketek li wesayita leşkerên Tirk dikeve.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova roja 13'ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku "ji ber provokasyonên milîtanên li herêmê" dewriyeyên hevpar ên Rûs-Tirk hatine rawestandin.

Lê belê 4 roj piştî vê daxuyaniya Zaharova li ser rêya M4 dewriyeya hevpar pêk hat.

Heman demê hate ragihandin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser Sûriye, Lîbya û Rojhilatê Derya Spî bi telefonê bi hev re axivîne.