Di teqîna li Dêra Zorê de fermandarek ê Rûs hate kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di dema derbasbûna konvoyek a Rûsan li Dêre Zorê de mayînek teqiy, di encamê de fermandarek ê Rûs mir, 2 leşker jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da diyar kirin ku dema konvoya leşkerî ya Rûs li herêmek a Dêre Zorê ji gihandina arîkariya mirovî divegeriya mayîna li kêleka rê hatî bicihkirî teqiya. Di encamê de fermandarekî Rûs miriye, 2 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja 18’ê Tebaxê li Komara Ereban Sûriyê di dema konvoya leşkerî ya Rûs ji gihandina alîkariya mirovî vedigeriya bombeya li kêleka rê ya 15 kîlometre dûrî Dêre Zorê teqiya. Di encama teqînê de 3 leşkerên Rûs birîndar bûn. Di dema veguhestin û mûdaxeleya tibî de, leşkerê di asta fermandariyê de jiyana xwe ji dest daye.”