Alîkara Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê ya êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkayên tevlîhevî yên dewleta Tirk û rejîma Sûriye dixwaze di nava gelan de pêk bîne, dîsa şewba vîrûsa Koronayê nirxand, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo nerazîbûnên hêzên navneteweyî nekişîne şêwazên êrîşên xwe guherandiye.
Emîne Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê êrîşî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, êrîşî hemû destkeftiyên gelê Kurd û Kurdistanê dike û got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke dîrokî ya pir hesas re derbas dibe. Li aliyekê çareseriyên siyasî dixuyên û wê li vir rola rêveberiya xweser çi be? li aliyê din, hêzên dagirker bi taybet êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a bi pêşengtiya Erdogan de her diçe zêde û dewam dibe. Sala borî dewelta Tirk bi aramanca dagirkeriyê gelek êrîş kirin. Efrîn, Ezaz, Bab, herî dawî jî Girê Spî û Serê Kaniyê gelek deverên Sûriyeyê dagir kir.
Dewleta Tirk di vê demê dawî de şêwazên êrîşê xwe guherand. Tenê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşî hemû Kurdistanê dike. Êrîşî hemû qadên hêviyên azadiyê yên bi pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd pêş dikeve êrîş dike. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî statû her cûre rêbazên êrîşan pêş dixe. Berxwedana li herêmên Medyayê û Heftanînê ya şervanên azadiyê ne kêm e.”
‘ŞÊWAZÊ ŞERÊ XWE GUHERANDINE’
Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên destpêkê dagir kir, çete bi cih kir û li ser van çetayan re herêmê tim tehdîd dike. Osê anî ziman ku li herêmên ku hatine dagirkirin, li dijî mirovan her cûre pêkanînên dermirovî hatin pêşxistin. Osê bal kişand ji sûcê girtin, êşkence, revandin, destdirêjî, dest danîna ser malan û heta guhertina mirovan bi sedan sûcê kirin û wiha pêde çû: “Ev hemû tên belgekirin û bi raya giştî ya cîhanê re tê parvekirin. Tevî van hemû yê jî hêzên navneteweyî li dijî dewleta Tirk ti helwestekî cidî dernexistin holê. Dengên tên derxistin pir kêm in û lewaz in. Carnana şermezar dikin û carnan jî çavê xwe lê digirin.
Ji xwe ji ber vê helwesta navneteweyî dewleta Tirk her carê ji ampûla kesk ku ji bo wê tê pêxistin hêzê digire û êrîş dike. Piştî dagirkeriya li Girê Spî û Serêkaniyê û şûnde, dewleta Tirk şêwazê şerê xwe guherand. Bi êrîşên li Kbonaê û Ebû Sira welatiyên sivîl qetil dike. Bi vê yekê bê ku nerazîbûnê li ber xwe bibîne qetlîaman dike. Li cihekî 5 li cihekî jî 10 kes hatin qetilkirin. Hêzên navneteweyî û raya giştî van êrîşan û qetlîaman nabîne û nabe xwedî helwest. Bi vî rengî gelek welatî jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Tirk tenê bi qetilkirinên êrîşên hewayî re sînordar namîne. Ji bo valaderxistina projeya rêveberiya xweser her cûre rêbazên êrîşê pêk tîne. Vê car bi esmanan ve dike, car jî bi sîxûrkirina ciwanên Kurd dike, dixwazin vekişînin çirava xwe. Ji xwe rojên dawî van ciwanan hemûyan jî jovaniya xwe ya ji karê kirî anîn ziman. Dîsa jî li qadan ji bo neramî û dijminahiyê di nava gelan de çêbike ketiye nava fitneyê. Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd, Ereb, Suryanî yên di nava sîstema rêveberiya xweser de dijîn, bikin dijminên hev.”
‘DEWLETA TIRK DIXWAZE LI SER SÊ PÎLANAN ENCAMÊ BIGIRE’
Emîn Osê îşaret bi wê yekê kir ku demê dawî dewleta Tirk li herêmê li ser sê pîlanên qirêj dixwaze bigihêje encamê û ev nirxandin kir: “Bi êrîşan welatî qetilkirin, sîxurî û di nava gel de fitneyê derxîne. Ji bo vê jî bike du hêzên esasî jin û ciwanan bikar tîne. Bûyerên dawî li Dêra Zorê qewimîn girêdan bi vê re heye. Têkildarî van bûyeran li ber destê me gelek agahiyên cihê hene. Dewleta Tirk li gel rejîma Sûriyeyê heta bi hevkariya DAÎŞ’ê ev bûyer tên kirin.
Her sê jî naxwazin projeya Rêveberiya Xweser pêş bikeve. Ji bo vê êrîş dikin. Herêm li ser eşîran tê birêvebirin. Ji bo wê dema ku eşîr û gelên herêmê li dijî rêveberiya xweser sor bikin, wê demê wê wê rewabûna rêveberiya xweser ji holê rabe. Ji bo vê şêxên eşîran kuştin. Çekên di demê dawî de li xwepêşandanên di bin navê sûnîtiyê de bikar anîn, di destê hêzên me yên li dijî DAÎŞ’ê bi salan şer kirî de nîne. Bi vê dixwazin bidin nîşandan ku Rêveberiya Xweser ji bo we kar nake, nikare we bi rê ve bibe, hêzên navxweyî nikarin we biparêzin. QSD li herêmê serwer e, lê nikare we biparêze. Vê hemû plan dike.
Ji bo vê divê gelê me yên li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn baldar bin. Li dijî bûyerên wiha tedbîrên xwe bigirin. Xwedî li ciwanan derkevin. Divê hem xwedî li ciwanan û malbatên wan derkevin. Ev erk dikeve ser milê hemû rêxistinên ciwanan û malbatan. Divê gelê me yên herêmê baş bizane ku ev dixwazin aramiya herêmê û parçebûnê di nava gel de çêbike. Divê em li dijî vê bi hesyart bin. Divê hemû sazî li dijî vê bi hesyar xwedî bername be. Divê hemû saziyên li herêmê li dijî polîtîkayên qirêj ên dixwazin bên kirin bi hevpar kar bikin.
‘HEJMARA BÛYERÊN VÎRÛSÊ ZÊDE BÛN’
Osê bal kişand ser berbelavbûna şewba vîrûsê ya li herêmê û got: “Şewba Korona bû pirsgirêkek welê ku hemû cîhan li ber bê çare maye. Li herêmên em lê ne şewb peyda bû. Di pêla yekem de li herêmên em lê Rêveberiya Xweser bi derfetên kêm ên di destê xwe de bikar anî. Ketin û derketina sînoran hatin girtin. Li hemû herêman qedexe hate ragihandin. Li gel vê jî krîz derketin. Rewşa gelê li vir li holê ye, welatî neçarin karê xwe bikin. Erê me gel parast, lê hate dîtin ku pêwîstiya gel bikarkirinê jî heye. Derfetên gel sînordar e. Ji bo wê neçar man ku qedexeyan hinek sist bikin.
Pêla yekem a şewbê bi tedbîrên sînordar hatin derbaskirin. Her çendî di rewşa belavbûna şewbê de, ji nexweşxane bigire heta derman û dîsa qadên karantînayê her çendî sînordar jî be hinek tedbîrên me hene. Em ne li benda rewşekî wiha bûn. Ji ber ku ji herêmên dagirkirî dewleta Tirk ji bo nexweşiyê belav bike di nava hewldanan de bû. Dîsa rejîma Sûriyeyê bi helwestên xwe yên ku em tedbîrên rêveberiya xweser nas nakin, balafirgeha Qamişlo bikar anî. Ji ber van sedeman şewb derbasî qadên me bûn. Eger em li gorî dewletan beramber bikin, hejmara kesên bi şewbê ketîn yên li deverên me ne zêde ne. Em çima mezin dibînin? Ji ber ku derfetên me li gorî wan welatan nîne.”
’15 KES MIRIN’
Osê anî ziman ku li her derê tîmên tenduristiyê li ser kar in û got: “Li hinek qadan tîmên me yên yedek jî tên amadekirin. Dîsa Rêveberiya Xweser hemû pêwîstiyên bingehîn girt ser xwe. Tevî van hemûyan heta niha 219 kes bi şewbê ketine. Tedbîrên van hatine girtin. 15 kes mirine. Em bi hemû tîmên xwe yên tenduristiyê ve ji bo derfetên hê baştir kar dikin. Rastiyek welê jî heye ku ev nexweşî ne nexweşiya rojek û du rojan e.
Ji bo vê divê gelê me jî li gorî van mercan tedbîrên ku bikarin bi vê re jiyana xwe rêk bixin û jiyana xwe bidomînin. Divê hinek tişt li herêmê weke çandekê lê bê. Nimûn; ji paqijiyê bigire heta kêm tevger kirin û dîsa bikaranîna maskeyan tedbîrên bingehîn ên li dijî şewba vîrûsê ne. Divê bikevin ferqa cidîbûna vê nexweşiyê. Divê hemû saziyên me bi taybet saziyên çapemeniyê ji bo vê hişmendiyê bi gel bidin qezençkirin kar bike.
Gelê me vê yekê pir zêde li ber çav nagire. Niha dibe rewşek pir giran nebe. Lê ev nayê wê wateyê ku wê ev rewş girantir nebe. Di vê wateyê de divê hemû rêveberiyên me û sazî li dijî vê têkoşînê bike, ji bo gel zana bike planekî hevpar û bibe xwedî planekî ya tedbîran. Her çendî derfetên me bi sînor jî be, baweriya rêveberiya me û yekîneyên me yên tenduristiyê heye. Em ê di asta herî kêm de ji vê vîrûsê rizgar bibin.”