Dayîkên Şehîdan ên Kobanê 15’ê Tebaxê silav kirin

Dayîkên Şehîdan ên Kobanê, pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got, “Em ê alayên şehîdên li ser fikrên Rêber Apo hildin jor.”

Dayîkên Şehîdan ên Kobanê, di derbarê 36’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de daxuyanî dan.

Bi dehan dayîkên şehîdan tevlî çalakiya li Goristana Şehîdan a Şehîd Dîcle ya Kobanê bûn.

Dayîkên Şehîdan got, “Rêber Apo ev 21 sal e li Îmraliyê tê girtin. Bi dehan sal li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo re derbas bû. Dayîkên Şehîdan û Aşitiyê ji bo tecrîda li ser Rêberê Apo bişkênin û Rêber Apo azad bikin bi berdewamî têkoşîna xwe mezin dikin.”

‘YÊ KU JI BO TECRÎDÊ BÊDENG DIMÎNE, DIBE HEVKARÊ KOMPLOYÊ’

Di daxuyaniya “Têkoşîna dayîkên Şehîd Egîd û Şehîd Zîlan ev bi dehan sale destpê kirî, îro dayîkên Rêvanan û Milîtanan dide berdewam kirin” hatî teqezkirin de, ev dan diyar kirin:

“Watedar e ku li ser bingehê felsefeya Rêber Apo edalet û wekhevî pêk tê, ji bo jiyanek azad û bi rûmet em ê têkoşînê bidomînin.

Pêkanînên dewleta Tirk ên faşîst, despot, bêmaf û bê exlaq ji aliyê herkesê ve tê zanîn. Weke dayîkên herêma Firatê, yên ku ji bo edalet û wekheviyê têkoşînê dikin, ji bo hemû dewletên ku demokrasiyê bi nirx dibînin, em dixwazin bidin diyarkirin ku Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê têkoşînê dike. Bêdengbûna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, tê wateya hevkariya komployê.

Îro ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e, ji ber ku roja berxwedanê ye. Ji bo me pir bi nirx û girîng e.

‘FELSEFEYA RÊBER APO WÊ SERKEFTINÊ BÎNE’

Berî 36 salan bi pêşengiya Fermandarê Mezin Şehîd Egîd pêngavek şoreşgerî hate avêtin û di Kurdistanê de fîşeka yekem hate avêtin. Di pêşengiya Egîd û Omeran de, ji bo azadiya Kurdistanê û gelan têkoşîna bi çek hate destpêkirin. Destanên ku Egîd û Omeran di 15’ê Tebaxê de nivîsandî, îro li Heftenîn û hemû çiyayên Kurdistanê ji aliyê Xabûr, Viyan û Helmetan ve tê nivîsandin. Li çiyayên Kurdistanê têkoşîna Egîdan roj bi roj bi pêş dikeve. Hêviyên serkeftinê bi felsefeya Rêber Apo her roj hîn zêdetir pêş dikeve.”

Dayîkên Şehîdên Kobanê di dawiya daxuyaniya xwe de peyama, “Li ser bingehê Pêngava 15’ê Tebaxê em wê têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo edalet û wekheviyê, em ê alayên şehîdên li ser fikrên Rêber Apo hildin jor” da.