Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû di serdana xwe ya Lubnanê de gotibû, "Ji her kesê ji xwe re dibêje 'Ez Tirk im, ez Tirkmen im' wê welatiya Tirk bê dayin" ku ev gotinên wî mîna mikurhatina li siyaseta bingehîn a dewleta Tirk a li ser Rojhilata Navîn bû.
Polîtîkaya ku dewleta Tirk bi rêya 'Birayên Misilman' da dest pêkirin û encama wê 'Tirkkirin e', niha ji aliyê pratîkî ve li Sûriyeyê ketiye meriyetê.
Dewleta Tirk li herêmên Idlib, Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî, karên Tirkkirinê bi rêk û pêk dimeşîne.
GAVÊN JI BO TIRKKIRINÊ
Dewleta Tirk li van herêmên dagir kiriye, navê deveran dike Tirkî, saziya postayê ava kiriye, qeymeqam û personelên rêveberiyê tayîn kiriye, bikaranîna Lîreyê Tirk kiriye mecbûrî, fakulteyên ser bi zanîngehê ve vekiriye û bi vî rengî gav bi gav herêmê dike Tirk.
Van hemû gavên xwe jî bi destê komên xwe Sûltan Mûrad, Sûltan Suleyman Şah, Sûltan Mehmed Fatîh, Muntasir Bîlallah û Semerkantê diavêje, ku îdîa dike ev komên navborî ji 'Tirkmenan' pêk tê.
PLANA MÎT'Ê Û WEZARETA KARÊN HUNDIR
Armanc û karê ku dewleta Tirk bi navê 'Kembera Tirkmen' dixwaze herêmeke bakurê Sûriyeyê tevlî xwe bike, ne karekî nû ye.
MÎT û Wezareta Karên Hundir ji sala 2018'an ve li ser planeke wiha dixebitin. Di gava destpêkê ya planê de, kesên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirine, di gava duyemîn de jî kesên ji komarên Tirkî koçî Tirkiyeyê kirine hene.
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk û Îstîxbarata Tirk bi karekî hevpar amadekarî kirine ku gelek kesên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirine li Bakurê Sûriyeyê bi cih bikin.
ARMANC BÊKURDHIŞTINA ROJAVA YE
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçê bi vê armancê, cihê lêmanê yê gelek penaberên ji deverên cuda yên Sûriyeyê hatine, weke bajarên Bakurê Sûriyeyê nîşan dabûn.
Bi hevkariya MÎT û Rêveberiya Koçê Belgeyên Nasnameyê yên Parastina Demkî ji gelek Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê re hatin dayin, ku tê de cihê lêmanê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû nivîsandin.
Di vê çarçoveyê de cihê lêmanê yê gelek Sûriyeyiyên li Navenda Stargehê ya Demkî ya Tirkiyeyê (kampa penaeran), weke Dêrik, Qamişlo, Dirbesiyê, Amûdê, Serêkaniyê, Til Hemîs, Til Temir, Girê Spî û Kobanê hate qeydkirin.
VEGUHASTINA JI KOMARÊN TIRKÎ
Di gava duyemîn a planê de jî bicihkirina kesên ji komarên Tirkî hatine heye. Di çarçoveya vê planê de jî MÎT û Midûriyeta Gişî ya Rêveberiya Koçê kesên ji Ozbekistan, Tirkmenistan, Tirkistan, Tacîkistan, Ûygûrê hatine li herêmên dagirkirî yên li Bakurê Sûriyeyê bi cih dikin.
ARMANC; DESTPÊKÊ BÊKURD BIKE, PIŞTRE JÎ BÊEREB BIHÊLE
Dewleta Tirk niha jî hewl dide encamên vê guhertina demografîk li Bakurê Sûriyeyê kiriye werbigire. Çavûşoglû di serdana Lubnanê de got, "Ji her kesên ku dibêje 'Ez Tirk im, Tirkmen im' em ê welatiya Komara Tirkiyeyê bidin. Ev yek fermana Serokkomarê me ye" û bi vî rengî li armanca xwe mikur hat.
Dewleta Tirk dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkê ji Kurdan, piştre jî ji Ereba xalî bike, di dawiya dawî de jî mîna Lîwa Skenderûnê (Hatay) bixe rojeva civata navneteweyı û dagir bike. Vê lîstika xwe ya guhertina demografiyê dewam dike.
LI IRAQÊ JÎ POLÎTÎKAYEKE BI HEMAN RENGÎ MEŞANDIN
Di heman astê de nebe jî dewleta Tirk ev polîtîka sala 2003'an piştî destwerdana DYE'yê ya li Iraqê, di serî de li Kerkûk û Mûsilê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî meşandibû.
Wê demê, pere dida kesên ku xwe weke 'Tirkmen' qeyd kiribûn. Di raporên xwe yên wê demê de ji bo vê nêzîkatiyê wiha digot: "Rejîma Baas ji ber ku nasnameya Tirkmen qebûl nake, beşek ji Tirkmenan ji bo karibin kar peyda bikin an jî di pîşeyê xwe de bi pêş ve biçe, bûn 'Ereb', yan jî 'Kurd'. Ev beşa ku di nava nifûsa giştî ya Tirkmen de hejmara wan baş nayê texmînkirin, di dema nû de wê li nasnameya xwe ya berê vegerin." Wê demê gelek Kurd û Ereb jî ji ber sedemên aboriyê xwe weke 'Tirkmen' dabûn qeydkirin.
ERDOGAN GOTIBÛ 'EM Ê DERNEKEVIN'
Dewleta Tirk hewl dide vê polîtîkaya xwe bi zora çekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bîne. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi vê gotinê anîbû ziman ku wê ji Sûriyeyê dernekevin: "Belgeyeke me heye bi navê Mutabaqata Edeneyê. Bi erka ku Mutabaqata Edeneyê dane me, em ê sekna xwe ya li vir bi heman rengî dewam bikin."