Şaredariya kampa Serdem di dema pandemiyê de jî li ser kar e

Şewba korona ya ku li hemû cîhanê belav bû, dema ku ev nexweşî belav bû hemû kar hate sekinandin, lê Şeredarî û nexweşxane li Şehbayê bê ku rawestin her li ser kar bûn.

Hevseroka Şerrdariya Kampa Serdem Emel Qehreman li ser kar û xebatê şaredariyê di dema niha de li nava kampê, bi taybet di vê pêvejoyan ku niha tê re derbas dibin de nirxand.

Qehreman anî ziman, dema malbet derbasî Kampê dibin ew bi re dibin alîkar ji bo amadekirina konên xwe ku bikarin xwe ji zivistan û germayê biparêzin. Qehreman diyar kir ku ji ber rewşa nava kampan û malê newekhev e.

ŞAREDARÎ DI VÊ PÊVAJOYÊ DE BI ERKA XWE RABÛYE

Hevşaredar Qehreman bal kişand ser rewaş niha ya li kampê û belavbûna şewba vîrûsa Korona û zehmetiyên tên kişandin û got: “Niha di vê demê de ji nû ve em di pêvejoya Şewba Korona re derbas dibin. Ev nexweşî li cîhanê tevahî belav bûye û ji ber vê krîzê hemû sazî têne sekinandin; lê em şeredarî kar û xebatê me zedetir dibe. Ji ber ku hişyarkirin û parastina gel erkek e li ser milê şeredariyê ye û bi taybet weke gelê ku di kampê de dijîn divê em xwe zêdetir biparêzin. Ji ber ku derfetên me yên zêde tune, tenê nexweşxaneyek me heye û teknîkên me yên tendirustî tune, tiştê herî zêde ku em dikarin bikin ew e ku em parastina gelê xwe bikin, ji bo ku em vê pêvejoyê derbas bikin.”

‘DI VÊ QONAXÊ DE DIVÊ ZÊDETIR KAR BIKIN KU GELÊ XWE BIPARÊZIN’

Qehreman qala erkên xweparastin û tedbîrên ku civak bigire kir û wiha pêde çû: “Berî vê bi demekê dîsa pêvejiyeke wisa giran ji şewba Korona derket, lê gelê Efrînê li Şehba parastina xwe kirin û derbas kirin. Lê niha hinekî zehmete ji ber Cejna Qurbanê bû û gel ji derveyî Şehba hate ziyaretan her wiha hinen kesên ku vîrûsa Korona bi wan heye li Şehabyê derketin, ji ber wê jî di vir de barê me hîn giratir bû û bi taybet di kampan de. Ji ber di kampan de çadir hemû li kêleka hev in û niha Havîne germ e, em hewl didin ku heya em dikarin bi hemû rengan em wek şeredarî parastina gelê xwe ji vê vîrûsê bikin.”

Hevşaredar Emel Qehreman anî ziman niha li nava kampê dest bi karê paqijî û dezenfektanê kiriye û got: “Em weke saziyên di hundir Kampê Berxwedan de li ser tedbîr û çawaniya xweparastina ji vîrosê ya di vê demê de serdana gel kir û tedbîrên heyî ragihandin.”