TKŞ: Ji bo Şengalê li her derê rabin ser piyan

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li dijî sewqiyata 10 hezar leşkerî ya ji bo Şengalê bang kir ku li her derê rabin ser piyan.

TKŞ’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Dewleta Iraqê ya mêtînger û KDP'ê ya hevkar a xayin di 9'ê Cotmehê de ji bo destkeftiyên gelê Şengalê binpê bikin peymaneke qirêj îmze kirin. Li gorî vê peymanê dagirkirina Şengalê, hilweşandina rêveberiya wê ya xweser, tesfiyekirina hêzên wê yên xwe parastinê û ji nû ve vegerandina wê ya mêtîngehiyê tê armanckirin. Yên ku li himberî DAÎŞ'ê Mûsil di rojekê de teslîm kirin, ên ku çekên xwe avêtin û li du xwe nenerîn û reviyan bêyî ku fedî bikin YBŞ û YJŞ'ê ya ku gelê xwe li hemberî Fermana 74'emîn parast dijmin radigihînin.

Keç û xortên Şengalê, gêrîlayên Tevgera Azadiya Kurd û şervanên Komûnîst li hemberî hovîtiya DAÎŞ'ê gelê xwe bi berxwedaneke canfeda parastin. Şervanên YPG û YPJ'î dema ku li Rojava li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe didan di heman demê de bi hewara gelê Şengalê ku ji fermanê reviyabûn û li çiya û çolan ji tîna difetisîn çûn. Zilam ji serjêkirina bi saxî, jin ji destdirêjî û firotina li sûkan hatin xilaskirin. Li welatê pîroz ê Êzîdxanê ku hatiye azadkirin gel îro rêveberiya xwe ya xweser ava kir û xwe diparêze.

Dema ev hemû dibûn KDP'ê ya ku pêşmergeyên wê li dû xwe nenêrîn û reviyan, ji bo ku gelê Rojava teslîm bigire li ser sînor xendek dikola, tedavîkirina birîndaran asteng dikir, li Başur bê navber ji MÎT û leşkerên Tirk re cih vedikir ji xwe re li rêyan digeriya ku têkeve çavên devletên faşîst ên Tirk û Iraqê. Heman KDP îro jî dixwaze bi hikumeta Iraqê re Şengalê dagir bike. Li pişt deriyên girtî peymanên bê rûmet îmze dike. Li rêbazên nû digere ku destên xwe hîn bêhtir bi xwîna Kurdan bike. Sewqiyatên leşkerî dike heremên gêrîla. Piştî Zînî Wertê û Garê niha jî hêza leşkerî dişîne qadên Hecî Umran û Qesrê yên ku bi ser herêma Belakeyatî ya Hewlerê ve ne.Dewleta Iraqê jî bi vê re ji bo Şengalê amadekariyên sewqirina 10 hezar leşgeran dike.

Bi awayekî pir zelal tê dîtin ku KDP û hikumeta Iraqê li rêyên desteserkirina destkeftiyên gelê Kurd digerin. Di van êrîşan de tiliya dewleta Tirk jî heye. Geşedanên ku îro pêk tên wê zerara herî mezin bidin gelê me yê Kurd û yekîtiya Kurdî. Em bi awayeke zelal bang li KDP'ê dikin, ji xeta hevkar a xayin veger.  Ev siyaset wê tu fêdê nede ne gelê Başûr ne jî Kurdên welatparêz. Destên xwe ji qadên gêrîla bikişîn, li nav refên gelê xwe yê welatparêz cih bigir.

Di destpêkê de gelê me yê Başur ê bi rûmet û hemû Kurdistanî li hember van êrîşên dagirkerî û siyaseta îxanetê pêwîst e li her cihî rabin ser piyan. Dostên gelê me yê Kurd, hemû hêzên şoreşger û dijî faşîzmê, jin û ciwan ji bo Şengala ku li Rojhilata Navîn dibiriqînî  pêwîst e rabin ser piyan. Bila dost û dijminên me zanibin ku em ê qadên xwe yên azad li hember van êrîşên ku beşek ji siyaseta dorpêçkirina Rojava jî ne biparêzin."