Sûcên şer ên dewleta Tirk a li Efrînê didomin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 jê jin bi giştî 4 kes revandin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahî spartiye çavkaniyên xwecihî, çeteyên "Ehrar El-Şam" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên navçeya Cindirêsê 3 jê jin 4 sivîl revandine.

Navên sivîlên hatine revandin ev in : Edîb Bekir, Ayşe Hiso, Emîna Henan, Ferîda Hemo.

23 Kasım günü de Efrîn'in Mabata ilçesinde 3 sivil kaçırılmış ve her birinin ailesinden 2 bin dolar fidye istenmişti.

23'yê Mijdarê li anvçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîl hatibûn revandin ji bo berdanê ji malbatan serê her yekê 2 hezar dolar fîdye xwestibûn.

19’ê Mijdarê li gundê Badina ya Mabatayê 4 sivîl, 16’ê Mijdarê jî li navçeya Bilbil a Efrînê 5 sivîl, 14'ê Mijdarê li gundê Emara ya Mabatayê 4 sivîl, 12’ê Mijdarê jî li gundê Emara 3 sivîl hatibûn revandin.

Efrîn û herêma wê ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li herêmê bi sîstematîk sûcên dij mirovahiyê tên kirin, mal û zeviyên welatiyan tên dizîn, talankirin. Li herêmên dagirkirî ‘rejîmekî terorê’ tê avakirin. Rojane sivîl li herêmê tên revandin.