Dewleta Tirk cenazeyên çeteyên xwe di bin çavdêriya QSD'ê de bir

Cenazeyên 18 çete û leşkerên ku li gundê Mielekê yê Eyn Îsayê hatin kuştin, îro di bin çavdêriya hêzên QSD'ê de ji herêmê hatin birin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, cenazeyên 18 çeteyên xwe yên li gundê Mielekê yê Eyn Îsayê pêr di şer de hatin kuştin, di bin çavdêriya hêzên QSD'ê de ji herêmê birin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe pêr bi şev saet di 00:30'î de êrişî Eyn Îsayê kiribûn û li gundê Mielekê yê Eyn Îsayê di şer de 18 çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatibûn kuştin, êriş jî hatibû têkbirin.

18 cenazeyên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro bi navbeynkariya leşkerên Rûs û di bin kontrola hêzên QSD'ê de ji herêmê hatin birin.