Ciwanên Efrînê ji bo Şengalê bi meşaleyan meşiyan
Ciwanên Şoreşger ên Efrînê li Kampa Serdem ji bo Şengalê bi meşaleyan meşiyan.
Ciwanên Şoreşger ên Efrînê li Kampa Serdem ji bo Şengalê bi meşaleyan meşiyan.
Li pêşiya Kampa Serdem Ciwanên Şoreşger ên Efrînê bi diruşmeya ‘bimire îxanet’ ji bo Şengalê meşek meşaleyî lidar xistin.
Ciwan ji pêşiya Kampa serdem û ber bi şerdariya Gundê Til Sûsinê ya herêma Şehbayê ve meşiyan.
Li pêşiya Şerdariya Til Sûsinê piştî deqyek rêzgirtinê li ser navê rêveberiya Ciwanên Şoreşger ya Efrînê Reşîd Efrîn axivî.
Efrîn bal kişand ser lihevkirina di navbera Bexda-Hewlêr û êrîşên piştî wê ya li ser Şengalê û got: “Dixwazin keda bi destê keç û xortê Şengalê hatine bidestxistin carekî din ji holê rake. Ev jî rêbazekî ya xiyanetê ye.”