Êzîdiyên Efrînê ji bo Şengalê meşiyan

Rêveberiya xweser a Herêma Efrînê ji bo destek dayîna gelê Şengalê bi Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê re bi  tevlîbûna endamên sazî û meclîsan li Kampa Berxwedan meşiyan.

Rêveberiya Xweser bi tevlîbûna hemû endamên sazî û Meclîsên Efrîn û Şehba meşek ji bo destek dayîna Şengalê li Kampa berxwedan lidar xistin.

Meş ji detpêka kampê bi diruşmeya ‘Bi îradeya gelê Êzîdî em ê îxanetê bişkînin û azadiya gel misoger bikin’ destpê kir.

Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyaniyek bi zimanê Erebî û Kurdî ji aliyê Endamên Rêveberiya Xweser Zelox Reşîd û Silêman Cafer hatin xwendin.

Di daxuyaniyê de bal kinadin ser van xisûsan:

"Em vê peymana 9'ê Cotmehê di navbera Hewlêr-Bexda -Tirkiye de ku vîna Êzidiyan nas nake, hatiye îmzekirin şermezar dikin û rewa nabînin.

Şengal a ku di dîrokê de weke cih û merqebên Êzidiyan tê zanîn, ji dîrokê ve bi dehan carî Împaratoriya Osmaniyan ferman bi serê wan aniye. Ev ferman bi fermana çeteyên DAÎŞ’ê re gihiştiye fermana 73’an.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kirin hêzên herêmî çi PDK û çi jî hikûmeta Iraqê Êzidî hiştin tenê û reviyan. Civaka Êzidî terkî qirkiriê kirin.

Niha jî ew hêz li ser Şengalê li hev kirine û dixwazin kiryarên xwe yên nîvço mayî temam bikin.”