Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn

Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê Kongreya Star û rêxistinên jinan li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan bûn.

ŞEHBA

Jinên xebatkarên saziyên sivîl ên Efrînê li parka Ehdas a Şehbayê kom bûn û wêneyên jinên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatibûn qetilkirin hatin hildan. Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Her kêlî û her saet jin bi şidetê re rû bi rû dimîne. Hişmendiya ku dixwaze jinê kole bike, ji dema Sûmeran ve nehatiye guhertin û her ku diçe didome. Tevî gelek biryar û qanûnên derketîn jî hê jî li Sûriyeyê êrîşên li ser jinan didomin.” Jinan herî dawî banga têkoşînê kirin.

KOBANÊ

Tevgera Jinan a Kantona Kobanê bi heman armancê li bajarokê Sirînê çalakiye kir. Di çalakiyê de endama Kongreya Star Esma Kino daxuyanî da û got: “Jin dikarin êrîşên li ser xwe bi dawî bikin. Berxwedana di awarê siyasî û leşkerî de mînaka vê ya herî zindî ye. Tevî ku gelek destkeftî bi destê jinê hate kirin jî, lê hê jî şideta li ser didome.” Piştî daxuyaniyê jinan banga yekîtiyê kirin.

EYN ÎSA

Kongreya Star li Eyn Îsayê jî ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û nûnerên meclîs û komîteyên navçeya Eyn Îsa û Kantona Girê Spî jî tevlî bûn. Daxuyanîn ji aliyê endama Kongreya Star Heya El Elî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser bilindkirin û xurtkirina jinên li navçeya Eyn Îsa û Kantona Girê Spî ku dewleta Tirk û çeteyên wê zilmê li ser wan dike, kirin. Her wiha bang li rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên jinan û hiqûqê kirin ku li hember êşên jin dikişînin hew bêdeng bibin.

DÊRA ZOR

Li Dêra Zorê jî bi heman armancê jin li qadan bûn û çalakî kirin. Çalakî ji aliyê jinên endamê Meclîsa Gel a Sivîl a Dêra Zorê ve hate kirin. Hevseroka Meclîsa Baxozê Madîlîn Ebdûlrehman daxuyanî da û got: “Ji bo têkoşîna li hemberî şideta jinê salê rojek heye, lê em her rojê li dijî tundiyê têkoşîn dikin û xwe diparêzin. Me soz daye ku em teslîmî tundiyê nebin. Em jinên li herêma Firatê û taybet Dêra Zorê dijîn em her rojê li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin. Em bi hev re jinan diparêzin.”