QSD’ê têkildarê êrîşa bi roket a li Dêra Zorê daxuyaniyek da

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê derbarê êrîşa bi roket a li ser baregehên wan ên leşkerî daxuyaniyek da.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku êvara Sêşem 28’ê Hezîranê li hemberî baregehên wan ên leşkerî yên li herêma Heqil El Omer êrîş pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Doh saet di 19:45’an de li herêma Heqil El Omer ya li herêma çiyayî ya Dêra Zorê li hemberî baregehên me yên leşkerî yên li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin bi roketan êrîş çêbûye. Di êrîşê de zirarê madî çêbûye."

QSD'ê her wiha diyar kir, "Hêzên me li hemberî vê êrîşê ji bo sekinandina çalakiyên hucreyên DAÎŞ’ê, piştî bûyerê li herêmê operasyon da destpêkirin."