Dewleta Tirk êriş bir ser Minbicê: Jinek û zarokek birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Minbicê. Hate ragihandin ku jinek û zarokek birîndar bûne.
Dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Minbicê. Hate ragihandin ku jinek û zarokek birîndar bûne.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êriş saet 02:00 de pêk hatiye.
Ji gundê Toxar ê dagirkirî topbaran li gundê Iwn El Dadat ê li bakurê bajêr hate kirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di êrişê de jinek û zarokek birîndar bûne û xisara madî li gund bûye.