Dagirkeran bombe li gundên Girê Spî barandin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li du gundên Girê Spî barandin.
Artêşa Tirk a dagirker bombe li du gundên Girê Spî barandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, danê vê sibehê bombe li gundên Erîda û Bîrkêtikê yên Girê Spî hatin barandin.
Heta saet 08:00 ê dema herêmî, êrişê dewam dikir. Hate ragihandin ku ji ber bombardûmanê mal û bexçeyên gundiyan şewitîn.