QSD’ê çeteyekî DAÎŞ'ê li Şedadê girt
Yekîneyên Antî Teror (YAT) ên QSD'ê li rojhilatê navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê di operasyoneke ewlehiyê de çeteyekî DAÎŞ'ê girt.
Yekîneyên Antî Teror (YAT) ên QSD'ê li rojhilatê navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê di operasyoneke ewlehiyê de çeteyekî DAÎŞ'ê girt.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û ragihand ku Hêzên Antî Teror (YAT) ên QSD'ê çeteyekî DAÎŞ'ê yê pispor li herêma Edle ya rojhilatê navçeya Şedadê li Kantona Hesekê girt.
QSD’ê têkildarî mijarê ev agahî da:
"Yekîneyên Antî Teror (YAT) ên Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyona ewlehiyê de ku bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî pêk aniye, li herêma Edle ya rojhilatê navçeya Şedadê çeteyekî şaneyên DAÎŞ'ê yê pispor girt.
Çeteyê ku hatiye girtin, mayînan çêdike û ji şaneyên DAÎŞ'ê re dişîne da ku Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariyê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bikin armanc. Di operasyonê de alavên teqemeniyê ku pê re bûn, hatin desteserkirin.”
Her wiha hate zanîn ku ev operasyona ewlehiyê wek berdewama operasyonên hevbeş ên domdar ên li dijî çalakiyên DAÎŞ'ê û şaneyên terorîst ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.