Di êrişa li ser Girê Spî de gelek sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker bombe li şeş gundên li rojavayê Girê Spî barand. Di vê êrişê de gelek sivîl birîndar bûn, xisar li gelek malan bû.

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Erîda, Bîrkîtk, Kobîrlîk, Bîr Zinar û embarên gundên Qezelî û Evidok barand.

Hate ragihandin ku di heman demê de bombe li rêya bejahî ya M4 û navçeya Eyn Îsayê jî hate barandin.

Li gorî agahiyan, ji ber bombardûmanê gelek sivîl birîndar bûn, xisar li mal û milkên mirovan hatiye. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide xelkê herêmê koçber bike. Ev êriş weke parçeyek ji polîtîkaya paqijiya etnîkî tê nirxandin.