Gundên Babê ji aliyê dagirkeran we tê bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Erîmê, Qertwêran û Kawkilî yên dikevin rojhilatê Babê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Erîmê, Qertwêran û Kawkilî yên dikevin rojhilatê Babê topbaran dike.
Navenda Çapemenî û Ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha leşkerî ya Şêx Nasir, gundên dikevin bejahiya Babê yên bi navê Erîme, Qertwêran û Kawkilî topbaran kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker heya niha 20 caran top û havan avêtiye.
Hat diyarkirin ku topbaran didome.