QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên şehîd eşkere kir

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir yên ku li Eyn Îsa û Reqayê şehîd bûbûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 şervanên QSD’ê li herêma Eyn Îsayê şehîd bûne û bi xwîna xwe nimûneyên qehremaniyê nivîsandine.

Di berdewana daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanê din ê QSD’ê, di dema pêngava rizgarkirina Reqayê de birîndar bûbû  û şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de QSD'ê got: "Em soz didin şehîd û malbatên wan ku rêya wan bişopînin, heta ku welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Roj
Nav û paşnav: Ehmed Star El-Selcan
Navê bav: Ebdulsetar
Navê dayikê: Heca
Cih û dîroka şehadetê: Depoyên Qezelî- Girê Spî, 01.07.2021

***

Nasnav: Şoreş
Nav û paşnav:  Mihemed Nor Ehmed El-Ebdulah
Navê bav: Ehmed
Navê dayikê: Ferha
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 01.07.2021

***

Nasnav: Ebû Menar
Nav û paşnav: Xalid Hisên El-Kilî
Navê bav: Hisên
Navê dayikê: Nore
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 01.07.2021”