Guh nadin êrişan, gundê xwe naterikînin

Gundiyên Girê Spî ku dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker, diyar dikin ku êriş ji bo valakirina gundan tênekirin, lê belê ew bimirin jî malên xwe naterikînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên li ser başûrê Girê Spî dewam dikin. Dewleta Tirk ku bi taybetî êrişî cih û warê sivîlan dike, di serî de Erîda, Qiz Elî, Kor Hesen, Evdiko, Kopirlikê bi çekên giran bombeyan li gundên Girê Spî dibarîne. Ji ber van êrişan xisar li dehan mal, bxçe û zeviyên gundiyan bûn. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze gundan vala bike û qada dagirkirî fireh bike.

Gundiyên Bîr Zinarê diyar kir ku her roj bombe li gundê wan têne barandin û anîn ziman ku ew bi armanca dewleta Tirk zanin û li şûna terikandina gundê xwe, ew mirinê tercîh dikin. Ji gundiyan Xelîl Derwêş got, "Ji ber êrişên dewleta Tirk em nikarin li mala xwe bimînin. Êrişa li ser mirovên bêguneh, kuştina zarokan li wijdana mirovahiyê nayê. Her cara ku êriş dikin, em nizanin wê li ku bixin. Ne heywan ma, ne zevî ne jî malên me. Erdogan dixwaze çavê me bitirsîne, me ji xaka me derxîne. Lê belê em ji Erdogan natirsin. Ew dagirker in. Qaşo wê Rûsyyaê agirbest li vir bixista meriyetê, lê belê li êrişan temaşe dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê her roj peymanê binpê dike, lê Rûsya tenê lê temaşe dike."

JI BER ÊRIŞAN ME HER TIŞTÊN XWE JI DEST DAN

Yadê Selvî jî anî ziman ku mala wan bi temamî hatiye hilweşandin û got, "Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê mala me hilweşiya, zeviyên me nema. Eger li mala bimirim jî ez bi cihekî ve naçim. Ji xwe cihekî ku em pê ve biçin jî nemaye."

Fatma Zinar jî diyar kir ku her roj ji aliyê rojhilat ve bi hawanan êriş li dijî wan tê kirin û got, "Zarokên me mirin. Malên me, zeviyên me talan kirin. Heywanên me hemû kuştin, tiştekî me nema. Erdogan Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kir. Hîn jî têra wî nekiriye û dagirkeriyê, êrişên xwe dewam dike.