Li El Cirinê li dijî dagirkeriyê meşiyan û berxwedana gerîla silav kirin
Li bajarokê El Cirin a Girê Spî bi sedan kes li dijî dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Di meşê de berxwedana gerîla jî hate silavkirin.
Li bajarokê El Cirin a Girê Spî bi sedan kes li dijî dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Di meşê de berxwedana gerîla jî hate silavkirin.
Bi sedan şênî tevlî meşa ku ji gundê Bexdikê yê girêdayî bajarok El Cirinê destpê kir bûn û ber bi qada gund ve çû. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.
Di meşê de pankartên "Rêya we rêya me û armanca we armanca me ye" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alaên QSD, PYD û Kongreya Star hatin hildan.
Meş li qada gund veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê Meclîsa bajarokê El-Cirin Mehmûd El-Hecî axivî û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên hovane, silav kir.
El-Hecî bêdengiya navneteweyî derbarê sûcên dewleta Tirk ên li hember gelên herêmê şermezar kir.
Piştre li ser navê malbata şehîdan ên bajarokê El-Cirin Dîjle Bozê berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav kir.
Her wiha cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nibo teqezî li ser berxwedana gerîla ya li hember êrîşên dewleta Tirk kir.
Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.