Aldar Xelîl: Dagirkirina Başûr wê Rojava bifetisîne

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka ewlekariya neteweyî ye û got, "Eger Başûr bê dagirkirin wê Rojava bifetise."

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl, destgîrkirina nûnerên Rêveberiya Xweser-PYD'ê li Hewlêrê, lêpirsîna wan ji aliyê MÎT'ê ve, astengiya PDK'ê ya li deriyê sînor ê Sêmalka û armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Aldar Xelîl anî ziman ku êrişên niha li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin, êrişên dagirkeriyê ne û got, "Erdogan dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Ev plana wî tê naskirin. Armanca xwe ew e ku heta sala 2023'an tevahiya Başûr-Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Eger ev yek pêk nehatibe, ev bi saya berxwedanê ye. Eger me li ber xwe nedabûna Erdogan niha gihîştibû Mûsil û Kerkûkê. Yek ji sedemên parastina Başûrê Kurdistanê berxwedana li Rojava ye; ya duyemîn jî berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanyê ye. Berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê di heman demê de berxwedana ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê ye."

'LI DIJÎ DIJMIN DIVÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN'

Aldar Xelîl bi bîr xist ku Başûrê Kurdistanê ji bo rizgariya ji rejîma Baas bi salan têkoşiya û got, "Rejîma Erdogan niha bi ser de diçe û hîn bêhtir metirsîdar e. Wê hewl bide Kurdan tuen bike. Hêzên Başûrê Kurdistanê û hikumeta wê ku divê li dijî vê yekê helwestê nîşan bide, xwedî yekhelwest nîne. Bi taybetî jî PDK piştgiriya van êrişan dike. Dema ku dewleta Tirk êriş dike, li gel Neteweyên Yekbûyî, Bexda, welatên Ereb û saziyên navneteweyî nabêjin 'Çima dewleta Tirk êrişî çiyayên me dike, çima bombeyan li gundê me dibarîne'. Hewl dide nîşan bide ku dewleta Tirk çawa razî bike. Ev yek helwesteke Kurdistanî nîne. Helwesta neteweyî ya Kurdistanî xwedîderketina li gel, welat û xaka xwe ye. Dema ku dagirker hat nabe ku tu bêje, 'Kurdan çima wiha kir, bila dagirker bên'.

Di navbera Kurdan de çiqas nakokî hebe jî li dijî dagirkeran divê bibin yek. Binerin, gelek dewlet hene ku dixwazin derbê li me bixin, lê di nava wan de nakokî gelek in. Lê belê dema ku mijar dibe Kurd nakokiyên xwe datînin aliyekî û dibin yek. Çima Kurd nikarin wiha bikin? Dema ku êriş li ser gerîla, êriş li ser parêzvanên rûmeta gelê Kurd tê kirin, hin Kurd radibin dibêjin, 'Bila gerîla ji wir derkevin'. Tu dibêje 'Ez Kurdistanî me, yekîtiyê dixwazim'. Yekîtî tenê bi dirûşman dibe gelo? Yekîtî tê wateya helwesta li dijî dijmin."

'BANG JÎ DIVÊ BI WIJDAN BE'

Aldar Xelîl ragihand ku gerîla li çiyê di çeperan de ne û got, "Dijmin hatiye û êrişî wan dike. Kurdek jî di nava van şert û mercan de ji binî ve diçe û xwe dixe wê herêmê. Divê bang li wê hêzê bê kirin û bê gotin, 'Bisekine, neçe. Niha ne dema çûyîna te ye'. Tu 20-30 salan neçûye wan çiyayan, çima îro diçe, gelo îro hate bîra te? Yek rabe dibêje 'bila pêşmerge û gerîla li hev nexe' ev yek bêedaletî ye. Gerîla wê çi bike, ji xwe êriş li dijî gerîla tê kirin. Gelo gerîla çûye Hewlêr, Silêmaniye û Duhokê û li wan deran êriş dike? Gerîla li şûna xwe ye, cihê xwe neguhertiye. Dijmin êriş kiriye. Dema ku mirovan bang kir, divê hinekî bi edalet bang bike.

Kî şaşitiyê dike divê mirov destpêkê wê bêje. Divê mirov bi hestên mirovî û Kurdistanî û neteweyî bi vî rengî ye. Nabe ku bê gotin, 'bila ev xwe nexeyidîne, bila dilê xwe nehêle'. Helwesta neteweyî bi vî rengî nabe. Helwesta neteweyî ew e ku mirov rastiyê ji hev re bêje. Dijmin hatiye, êriş dike û dixwaze me tune bike. Dixwaze xwişk û birayên me tune bike. Wê demê eger helwesteke neteweyî wê hebe divê li dijî dijmin helwest bê nîşandan. Baş e eger tu tevlî şer nabe tevlî nebe, lê nebêje 'Tu çima hatiye çiyayê me, neyê'. Tu nikare bêalî jî bimîne. Dijmin ji her alî ve êrişî gerîla dike, tu jî ji binî ve diçe cihekî bi dest dixe."

'ERDOGAN XWE KIRIYE DIJMINÊ ME, LEWMA DIVÊ ERDOGAN BÊ TÊKBIRIN'

Aldar Xelîl bal kişand ser destwerdana rejîma Erdogan a li Lîbya, Somalî, Sûdan û gelek deverên din ku di bin navê 'parastina ewlekariya neteweyî' de dike û got, "Baş e, ji bo me Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, gelo êrişa li ser çiyayên Kurdistanê ewlehiya me ya neteweyî xera nake? Ew jî parçeyekî Kurdistanê ye. Ewlehiya me têk dibe. Ya rast, eger Erdogan li Ewropayê, li Afrîkayê, li Amerîkayê qezenç bike, ev ji bo me nebaş e. Wê zerarê bide me. Eger li Kurdistanê bi ser bikeve ev yek yekser ji bo me nebaş e. Erdogan xwe kiriye dijminê me. Me ew nekiriye dijmin. Me ew biryar nedaye. Erdogan biryar daye. Erdogan Efrîn dagir kir. Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, Bab, Ezaz dagir kiriye. Erdogan gefê li me dixwe. Ji ber vê yekê ya li berjewendiyên me tê ew e ku Erdogan bê têkbirin.

'DAGIRKIRINA BAŞÛR WÊ ROJAVA BIFETISÎNE'

Ev ne tiştekî welê ye ku ji aliyê siyasî ve em rûnên û biryara wê bidin. Dema ku êrişî me kir û hewl da me tune bike, ji bo em sax bimîne divê em rê nede yên ku dixwazin me tune bike. Lewma vê yekê dibêjim. Ya yekemîn; hatiye Başûrê Kurdistanê û êrişî gerîlayên Kurd dike. Ya duyemîn; gundên Başûrê Kurdistanê vala dike. Ya sêyemîn; li xelkê sivîl dixe. Ya çaremîn; baregehên leşkerî ava dike. Ya pêncemîn, van baregehan berfireh dike. Cografya Başûrê Kurdistanê ji xwe mezin nîne. 30 baregeh tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku Başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin. Sibe wê li Başûrê Kurdistanê hikumet jî nemîne. Eger Başûr biçe, gelo ev yek li berjewendiyên Rojava ye? Em naxwazin Başûr têk biçe. Em naxwazin bikeve bin dagirkeriya dewleta Tirk. Mîna li Efrînê em naxwazin di bin dagirkeriyê de bimîne. Dagirkirina Başûr wê Rojava bifetisîne.

'DAGIRKRINA BAŞÛR TÊ WATEYA ŞIKANDINA DESTKETIYAN HEMÛYAN'

Di rewşeke wiha de wê destketiyên Kurdan hemû biçin. Ji ber vê yekê jî divê her kes helwestê nîşan bide. Em çima bi vî rengî nakin û ji nedîtî ve tên. Berxwedaneke dîrokî tê nîşandan û ji ber vê jî divê her kes piştgiriya berxwedanê bike. Her kes ne mecbûre ku bibe gerîla yan jî endamekî tevgerê. Ne ji bo vê dibêjim. Eger gelê me piştgiriyê bide wê berxwedanê, eger ew berxwedan li ser piyan bimîne, em ê jî ji bo berxwedanê li ser piyan bimînin.

'XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA GERÎLA WEZÎFEYA HER KESÎ YE'

Lewma li Rojava, Kurdistanê û Ewropayê ev yek wezîfeya her kesî ye. Ji ciwanan heta her beşên civakê divê her kes piştgiriyê bide vê berxwedanê. Em di pêvajoyeke man û nemanê de ne. Eger ev berxwedan bi ser bikeve, wê mîna berxwedana Kobanê bi rola xwe rabe. Eger berxwedana li Avaşîn, Metîna û Zapê bi ser bikeve, wê statuya Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, destketî bigihêje asteke bilindtir û mayinde bibe. Di rewşeek berevajî de wê encamên neyînî pêk were."

'LÊPIRSÎN JI ALIYÊ ÎSTÎXBARATA TIRK VE TÊ KIRIN'

Têkildarî girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê li Hewlêrê jî Aldar Xelîl got, "Yekî mîna Nasir Herîrî li Hewlêrê tê pêşwazîkirin. Mîna qehremanekî, mîna serokekî tê pêşwazîkirin. Lê nikarin xwe li Kurdan rabigirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê li Hewlêrê hatin destgîrkirin. Beriya du hefteyan hatin girtin. Çima girtin? Li wir temsîliyeta xelkê xwe dikir. Ti nebaşî, ti dizî, ti sûc nekirin. Dest li tiştekî wernedan. Dest li karên te yên navxweyî wernedan. Tenê temsîliyeta partiya xwe û rêveberiya xwe kir."

Aldar Xelîl pirsa "Welatparêzî, netewetî, yekîtî, Kurdistanî li ku ma?" kir û got, "Em di demeke man û nemanê de ne. Dema ku dibêjim em, mebesta min tevahiya gelê Kurd e. Eger Erdogan bi ser bikeve, tiştekî bi navê Başûr namîne. Erdogan bi ser bikeve li Rojhilat hêviya têkoşînê namîne. Eger Erdogan bi ser bikeve Rojava namîne. Çarenûsa me yek e. Em nizanin ku rewşa nûnerên Rojava yên hatine destgîrkirin çawa ye. Her wiha li gorî agahiyên ku gihîştin ber destê me (Ji sedî sed ne nîne) rayedarên îstîxbarata Tirk hatine û lêpirsîna hevalên me dikin. Ev rewşeke metirsîdar e. Em nizanin ku ew heval niha li ku ne."

'RÊVEBERIYA ROJAVA DIXWAZE GEL BI RENGEKÎ BI RÛMET BIÇE Û BÊ'

Aldar Xelîl der barê astengiyên li deriyê sînor ê Sêmalkayê got, "Ji bo kesên ku tên û diçin pirsên mîna yên îstîxbaratê tên kirin. Pirsên ku rûmeta mirovan dişikînin. Hin pirs tên kirin, eger ji min bê kirin ez nikarim tehemûl bikim."

Aldar Xelîl got, "Xelk ji vê yekê aciz e. Rêveberiya Rojava jî di vê mijarê de nîqaş dike ku çi bike. Dema ku dîtin ku rêveberiya Rojava vê qebûl nake û helwestê nîşan dide, hewl dan vê berevajî bikin. Xwestin bêjin, 'Rojava dixwaze derî bigire'. Rêveberiya Rojava dixwaze gel bi rengekî bi rûmet biçe û bê."

Wê dewam bike...