Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Pêşî li êrişê hate girtin, 5 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku pêşî li êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Minbicê hate girtin û di encamê de 5 çete hatin kuştin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku pêşî li êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Minbicê hate girtin û di encamê de 5 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk li gel çeteyên xwe hewl dan bikevin gundê Şêx Nasir ê Minbicê û destnîşan kir ku pêşî li vê êrişê hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniyê di vê hewldana êrişê de 5 çete hatine kuştin.