‘Divê li dijî dagirkeriyê yekîtî pêk were’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û rejîma Baasê li dijî sîstema demokrasiyê li heman eniyê ne, divê li dijî dagirkeriyê yekîtî pêk were.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku bi zêdebûna êrîşkarî û gefên re dewleta Tirk dişibe rejîma Baasê û got: “Dewleta Tirk ava Firatê qût kir, Basê jî deriyê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê girt. Her çendî di gelek mijaran de bi nakok jî bin, di mijara Yekîtiya Xweser de li heman eniyê ne.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn têkildarî êrîşên dewleta Tirk û rejîma Baasê ji ANF’ê re axivî.

Şahîn diyar kir ku zêdetirî 10 sal in li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeê şer heye û got: “Di nava 10 salên dawî yên li Sûriyeyê bi milyonan mirov koçber bûn, bi sede hezaran kes hatin qetilkirin, lê heta niha ji bo çareseriya krîza Sûriye çareseriyek nehatiye peydakirin. Pir sedem hene ku çareserî pêk neyê, yek ji van jî mudaxeleyên hêzên navneteweyî û dewletên herêmî û dîsa hemû dewlet krîza Sûriye di çarçoveya berjewendiyên xwe de dixwazin çareser bikin, ev jî krîzê kûrtir dike.”

‘JI DESTPÊKA ŞOREŞÊ VE ÊRÎŞ HENE’

Şahîn wiha got: “Li beramberî vê hemûyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek demokratîk pêk hat. Me bi projeyeke demokratîk û aştiyane xwest krîza Sûriye çareser bikin. Hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî vê projeyê bûn.Me Rêveberiya Xweser a sîstemeke demokratîk e ava kir. Gelek hêzên destop, dewletên faşîst û desthilat êrîşî kire ser vê projeyê. Dî serî de Tirkiye tê. Tirkiye bi rêyên leşkerî, siyasî û cihê êrîş tîne ser sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dixe. Bûyerên demê dawî diqewimin ji yên berê ne qût in. Ji roja Şoreş destpêkir û vir ve êrîş didomin. Piştî têkbirina çeteyên ku dewleta Tirk destek kirin û şûnde, vê carê rast e rast dewleta Tirk êrîş da destpêkirin. Êrîşî Efrînê kir. Destê gelek deweltên navnetewî û herêmî di vê êrîşê de hebû. Piştre Girê Spî û Serêkaniyê hate dagirkirin. Bi navên cuda çete berê wan dan vana qandan û bi cih kirin. Hê jî bi rengên cuda êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser tê kirin. Ji bo herêmê bê îstiqrar bike, herêm tim tê bombekiri, bi rêya çapemenî, rêbazên dîplomatîk û siyasî dixwazin sîstemê lewaz bikin. Demê dawî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ambargo hate danîn. Ev ambargo hem ji aliyê dewleta Tirk û hem jî rejîma Baasê ve tê pêkanîn. Dariyên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê rejîma Baasê ve hate girtin. Heman demê dewleta Tirk ava Firatê girt.Ev êrîş ne tenê li ser Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelan pêk nayê, li dijî hemû gelên Kurdistanê ye.”

‘TIRKIYE Û REJÎMA BAASÊ BI HEV RE ÊRÎŞ DIKIN’

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn bal kişand ser hevkariya êrîşan a rejîma Baas û dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: “Hikûmeta Tirk û rejîma Baasê, zelal e ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava îtifaqê de ne. Tevî ku di navbera wan de hinek nakokî hebin jî, ji bo tasfiyekirina sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn yek. Dema ku dewleta Tirk gefan dike, rejîma Baasê jî gefan dike. Dewleta Tirk av qût kir, rejîam Baasê jî deriyên Baku û Rojhilatê Sûriye girt. Bi rêya şaneyên wan ên li herêmê şerê derûnî dike, dîsa di nava civakê de fitne derdixe û gelan li ber hev radikin. Bûyerên li Minbicê pêk hatin mînakên vê yekê ne. Her du jî sîstema rêveberiya xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe dijmin dibîne. Serketina sîstema demokratîk a Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê tê wateya îflaskirina rejîma dewleta Tirk û Baasê. Ji bo wê her demê sîstema demokratîk dibin hedefa wan.”

‘EM DIKARIN BI HEV RE DI NAVA SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK DE BIÎ’

Şahîn bang li hemû ciwanên kurd û hêzên demokratîk kir ku li dijî êrîşên li hember gelê Kurd û sîstema demokratîk rawestin û wiha pêde çû: “Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dijminê mirovaiyê yê herî mezin DAÎŞ’ê bi hev re şer kir û têk bir. Di vê wateyê de cihgirtina ligel gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erkekî mirovî û exlaqî ye. Divê cih li gel gelê Kurd bê girtin. Projeya netewa demokratîk a bi pêşengtiya gelê Kurd tê pêşxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd, heman demê ji bo gelên herêmê ye jî. Em dikarin bi hev re di nava sîstemeke demokratîk de bijîn.

‘DIVÊ HÊZÊN KURD BIBIN YEK’

Şahîn bal kişand ser yekîtiya di nava Kurdan de û got: “Tevî hemû êrîş, astengî û zoriyên derketin, kir ku gelê Kurd bikeve nava hewldanên hê xurtir. Divê têkoşîna xwe mezin bike. Bi seknekî siyasî, fikir û hişmendiyekê helwesta xwe nîşan da. Bi vî awayî xwe li qada naneteweyî da ispatkirin, ji bo mafê xwe yê hiqûqî û siyasî kete nava heweldanan.  Mixabin îro em dibînin li Başûrê Kurdistanê hinek partiyên Kurd û hêz tam berovajî vê dike. Ev nakokiyek pir mezin e. Di pêvajoyek wiha de li şûna ku hemû hêzên Kurd bibin yek, berovajî ji bo berjewendiyên xwe yên teng û berovajî yekîtiya netewî tevger dikin. Li şûna ku li her derê destekê bide têkoşîna gelê Kurd, cih li gel dewleta Tirk digire û êrîş dike. Ev hêz bi vê yekê li ber vîna gelê Kurd radibin, tevlî plana tesfiyekirinê ya bi salana e ku dixwaze têkoşîna vîn û aazadiya ya gelê Kurt tê dayîn bûye. Heman demê dibe sedemê lewazkirina destê gelê Kurd a di qada navneteweyî de.”