Li Şêrawayê ji ber teqîna mayîna dewleta Tirk şivanek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, ji ber teqîna mayinek ji ber çeteyên dewleta Tirk maye, şivanek bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê, ji ber teqîna mayinek ji ber çeteyên dewleta Tirk maye, şivanek bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, li cihekî navbera gundên Aqibê û Basilê yên Şêrawayê mayinek teqiya.
Şivan Mîrzan Xelîl Hemkalo, dema pezê xwe diçêran ji ber teqînê bi giranî birîndar bû.
Hate ragihandin, rewşa Hemkalo yê ji gundê Kurzelê krîtîk e.
Li gorî agahiyan, mayina ku teqiya ji ber çeteyên artêşa Tirk maye.