Aldar Xelîl: MÎT û Muhaberat hevkariyê dikin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl destnîşan kir, yekane mijara ku dewleta Tirk û rejîma Şamê li ser li hev dikin dijberiya li Rojava ye û bal kişand ser hewldanên fitneyê yên MÎT'ê û Muhaberatê.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl têkildarî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî yê li ser Tirkiyeyê, diyar kir ku di têkiliyên herdu welatan de ji bo zextê li hev bikin daxuyaniyên bi vî rengî tê dayin. Aldar Xelîl di beşa dawî ya hevpeyvîna xwe de ya bi ANF'ê re hevkariya dewleta Tirk a dagirker û rejîma Şamê nirxand.

Aldar Xelîl anî ziman ku ji bo gelên Sûriyeyê bêşensiyeke mezin e ku yekî weke Erdogan û dewleta Tirk cîranê wan e û got, "Ji roja ku şoreşê li Sûriyeyê dest pê kir û pê ve, dest li Sûriyeyê werdan. Destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyeyê gelek encamên neyînî bi xwe re anî. Yek ji van jî ew bû ku destûr nedan çareseriya siyasî pêk were. Ya duyemîn, muxalefet ji muxalefetiyê derxist û ew kir çete. Bi vê destwerdanê re rejîm li ser piyan hişt û ruh da rejîmê ku tengav bûbû û nema dikarî li ber xwe bide. Yanî rola dewleta Tirk gelekî xerab e.

Hêza ku heta niha li Sûriyeyê li dijî hêzên demokratîk, azadîxwaz şer dike, AKP-MHP ye. Eger Tirkiyeyê dest li Sûriyeyê wernedabûya, dibe ku di nava gelên Sûriyeyê de û bi Şamê re çareseriyek bihata afirandin. Ji ber destwerdana Tirkiyeyê ne Şam dikare gavê biavêje, ne jî destûr ji hêzên muxalîf re tê dayin ku gavê biavêje. Yên ku guh nadin wî jî dibin hedef. Em jî weke hêzên muxalîf tiştên Erdogan dibêjin qebûl nakin, lewma êrişî me dike. Êrişî hêzên demokrasiyê dike."

'MÎT Û MUHABERAT FITNEYÊ DIKIN'

Aldar Xelîl bi bîr xist ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û got, "Bi vê jî nesekinî, dema ku dît berxwedan heye, bi her êrişê re rojeva global ava dibe û zehmetiyan dikişîne, niha giranî daniye ser fitneyê. Hewl dide ku li herdu aliyan jî fitneyê bike. Ya yekemîn îstîxbarata MÎT'ê ji bo hevdîtinê bi rejîma Sûriyeyê re dişîne û dibêje, 'Eger tu guhertina demografîk bike, eger tu bi rayedarên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re rûnenê û çareseriyê bi wan re neke, ez li pişt te me, ez ê nehêlim tu hilweşe. Ez ê mîna berê li dijî te şer nekim'.

Erdogan di salên 2011-2012'an de digot 'Divê rejîma Beşar Esad' bê hilweşandin. Niha bi vî rengî nabêje. Ji Beşar re dibêje 'Eger tu dixwaze bimîne, bimîne'. Her wiha hewl dide gelên herêmê li dijî hev rake. Ji ber ku projeya me xwe dispêre Neteweya Demokratîk. Yanî di serî de gelê Kurd divê hemû netewe û gel bibin xwedî maf. Li gorî projeya me divê Kurd, Ereb, Suryanî û Asûrî hemû bi hev re di nava projeya demokratîk de cih bigirin. Erdogan berevajî vê yekê tevdigere. Dibêje, 'Divê nehêlim ku gel li hev kom bibin. Divê li dijî hev şer bikin'. Ji ber vê yekê hewl dide fitneyê bike."

Aldar Xelîl anî ziman ku di navbera rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk de têkiliyên îstîxbaratî hatine danîn û got, "Li ser eşîrên Ereb, pêkhateyên xelkê Suryanî û kesayetên naskirî yên nava van gelan dixebitin. Dixebitin bê çawa dikarin aramaiya herêmê xera bike. Li aliyekî hucreyên razayî ava dikin, li aliyê din ve jî bi rêbazên şerê taybet agahiyên derewîn belav dikin. Her wiha bi pêkanînên şerê psîkolojîk taybet dixwazin psîkolojiya civakê xera bikin û hêviya serketinê kêm bikin. Ji aliyekî ve jî rewşa şer a li herêmê, pirsgirêkên jiyanî yên ji ber şer rû didin li dijî şoreşê bi kar tînin. Mînak; mîna berê deriyên sînor nîne, bazirganî nîne, têkiliya bi derve re zêde nîne. Ji ber van krîzek heye. Tirkiye bi rêya saziyên xwe yên şerê taybet dixwaze vê yekê weke pirsgirêkeke mezin, krîzeke mezin nîşan bide."

'NÊZÎKATIYA BI BERPIRSYARÎ, LÎSTÎKÊN ERDOGAN-REJÎMÊ PÛÇ KIR'

Aldar Xelîl destnîşan kir ku bi heman awayî hewl tê dayin di navbera gelên herêmê de bi taybetî jî navbera gelên Kurd û Ereb de nakokiyan biafirînin û wiha dewam kir, "MÎT li ser vê dixebite û vî karî dike. Ya baş çi ye? Gelên herêmê ji sala 2011'an ve di pratîkê de rastiyan dibîne. Baweriya xwe bi vê projeyê aniye, encamên erênî yên projeyê dîtine û jê hez kirine. Jİ ber vê yekê zû bi zû nayê lîstikan. Li Minbicê, Dêra Zorê, Şedadê pirsgirêkên jiyanî diafirînin. Li her welatî pirsgirêkên bi vî rengî dikarin rû bidin. Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî di navbera gel û rêveberiyê de carna kêmasî û şaşitî dikarin ji ber vê yekê rû bidin. Ji ber ku rewşeke krîzê heye. Lê belê MÎT'ê û îstîxbarata rejîmê yekser destê xwe dirêjî mijarê kir. Li ser vê yekê hewl dan tevlîheviyê çêbikin. Bi hesasiyet û berpirsyariya Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariyê, bi hewldanên rûspiyên van pêkhateyan, lîstikên Erdogan û rejîma Sûriyeyê bi ser neketin, negihîştin armanca xwe. Bi vî rengî hewldanên tevlîhevkirinê û parçekirina civakê pûç bûn."

Aldar Xelîl têkildarî daxuyaniyên Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî anî ziman ku dewleta Tirk dest li her cihî werdide û got, "Yê ku El Nûsra ava kir, DAÎŞ xwedî kir, yê ku piştgiriya çekdarî, îstîxbaratî û lojîstîkî da, proje û plan danî ber wan, dewleta Tirk bû. Beşar Caferî vê bêje jî nebêje jî her kes bi vê zane. Sala 2014'an di dema berxwedana Kobanê de hate dîtin ku dewleta Tirk çawa ji sînorên xwe çete derbas kir, wesayitên bombebarkirî ji sînor ve derbasî Kobanê-Girê Spî kir û da teqandin. Dewleta Tirk bi rengekî vekirî piştgirî da. Ev yek wê demê di çapemeniyê de hate weşandin, rewşeke veşartî nîne. Kiryarên dewleta Tirk ên li Azerbaycan, Ermenistan, Lîbya, Derya Spî, Sûriye û Iraqê li pêş çavan e. Yanî tiştekî nû nîne.

Eger rejîma Sûriyeyê niha vê yekê dixe rojevê, hingî di navbera wan de têkiliyên îstîxbaratî heye. Di navbera Hakan Fîdan û îstîxbarata Sûriyeyê de têkilî heye. Lê belê niha di navbera wan de hinek nakokî hene. Ji bo mijara Idlibê di navbera Erdogan-Rejîma Sûriyeyê, Erdogan-Rûsya-Rejîma Sûriyeyê de pirsgirêk hene. Di vê mijarê de nakokî hene. Di mijara Idlibê de dixwazin zextê li hev bikin, lewam daxuyaniyên wiha didin. Sedema duyemîn jî ew e ku rejîma Sûriyeyê dixwaze xwe weke 'parêzvanê xaka Ereb' a nava welatên Ereb bide pênasekirin. "