Dewleta Tirk dîsa êrişî Minbîcê kir

Dewleta Tirk a dagirker bi topan li gundekî bakurê Minbîcê da.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir ku dewleta Tirk ji biryargeha xwe ya li gundê Qêratê top avêtiya gundê Hoşeriyê ya li bakurê Minbîcê. Hate diyarkirin êriş li gorî saeta herêmê saet 15.30’an de dest pê kiriye. Derbarê êrişê agahiyên zêdetir nehate bidestxistin.

Di 29’ê Tîrmehê de jî dewleta Tirk a dagirker top avêtibû gundê El Sayada ya li bakurê rojavayê bajêr û xisar gihiştibû gelek xaniyan.