YPG'ê Mazlûm Serhed ê di qezaya trafîkê de şehîd bû, bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku şervanekî wan li Hesekê di qezaya trafîkê de şehîd bûye û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG'ê têkildarî şehadeta Mazlûm Serhed daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hevrê me Mazlûm Serhed 28'ê Tîrmehê li Hesekê di encama qezaya trafîkê de gihişt asta şehadetê.

Hevrê Mazlûm dema ku têkoşîna azadiyê li rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyê dihate meşandin tevlî nava refên me bû. Bi bawerî û coşeke mezinê şoreşê kir û erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyariyeke mezin bi cih anîn.

Em di şexsê hevrê Mazlum de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Mazlûm Serhed
Nav û Paşnav: Ercan Can
Navê dayik: Sacide
Navê bav: Dursun
Cih û dema şehadetê: Hesekê / 28 Tîrmeh 2021."