MSD: Guherîna demografîk a li Derayê sûcê şer e

MSD a bi tundiya hikûmeta Şamê ya li ser sivîlan şermezar kir got: “Demgrafiya beşeke mezin a Sûriyeyê, ji aliyê dewletên herêmî ve tê guherîn. Divê gelê Derayê warên xwe neterikînin.”

Meclîsa Sûriya Demokatîk (MSD) têkildarî tundiya hikûmeta Şamê ya li ser sivîlan û guherîna demografiya Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî hewldanên bi hêzên leşkerî ya çewisandina welatiyên li Derayê hate dayîn û bang li Rûsyayê kir ku weke garantor bi erka xwe rabe.

MSD`ê di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “MSD`ê pêşketinên dawî yên xeter li başûrê Sûriyê û hewldanên ferzkirina desthilatê, dişopîne û di wê derbarê de bi fikar e. Piştî ku bi nûnerên şêniyên bajêr re li ser rakirina dorpêça ji beriya çend mehan ve li ser wan, li hev kiribûn.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin “Ev gengeşî piştî 3 salan ji lihevkirinên çareseriyê û “danûstandinên” ku li parêzgehên Dera û Quneytîrayê bi navbeynkarî û garantiya Rûsyayê çêbûne, pêk tê. Em dibînin ku îsrara rejîmê li ser bijarka leşkerî di salên borî de binkeftina xwe îsbat kir, êdî bi awayekî berçav xuya ye ku qaşo lihevhatin an danûstandin wê nebin bijarkeke guncaw ji bo çareserkirina aloziyê, her wiha em wan danûstandinan wekî alternatîfa rast a diyaloga siyasî nabînin.”

MSD`ê têkildarî şerê li başûrê Sûriyê li gel rewşa xirab hişyarî da û destnîşan kir ku divê ewlehiya welatiyên Sûriyê yên li Derayê bê parastin. MSD`ê her wiha bang li Rûsyayê kir ku wekî garantora çarenûsa wan sivîlên ku di taxên xwe de mane, bi rola xwe rabe.

MSD`ê got: “Em bi tundî bikaranîna hêzê li dijî sivîlan li Derayê ji aliyê hikumeta Şamê ve şermezar dikin. Demografiya beşeke mezin a Sûriyê tê guhertin, bi hevkariya hêzên herêmî yên di aloziya Sûriyê de bi bandor in şêniyên resen û opozîsyonê ji warên wan derdixin. Em bang li şêniyên Derayê dikin ku ax û bajarê xwe bernedin. Guh nedin daxwazên koçberiyê û red bikin. Divê ji komployan hişyar bin ku li dijî hebûna wan tên kirin. Guhertina demografiyê li dijî şêniyan sûcekî şer e.

Meclîsê di dawiya dauxyaniyê de piştrast kir ku şert û mercên navneteweyî hatin guhertin û êdî ne hêsane ku bûyerên li Derayê di Adara 2011`an de çêbûne, careke din dubare bibin. MSD`ê bang li civaka navneteweyî û NY`yê kir ku zextê bike, bi lez mudaxele bike da ku rê li pêşiya şerê navxweyî bigire. Piştgiriyê bide pêkanîna danûstandineke hevseng û afirandina şertûmercan ji bo ku aloziya Sûriyê bi temamî çareser bibe û ewlehî pêk were.