Dewleta Tirk li Minbic û Şehbayê bombe li sivîlan barand

Dewleta Tirk a dagirker li bakur rojavayê Minbicê top avêt gundekî. Ji ber vê êrişê xisar li gelek malan bû. Gundekî Şehbayê jî bû hedefa topbarana dagirkeran.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ji biryargeha li gundê Yaşlî yê li rojavayê bakur rojavayê Minbicê dagirkeran top avêtin gundê El Seyada.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber vê êrişê xisar li malên sivîlên El Seyada bû.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişa li ser sivîlan, qanûnên navneteweyî binpê dike.

Di wêneyan de yên ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin weşandin de, tê dîtin ku xisareke giran li malên sivîlan bûye.

DAGIRKERAN BOMBE LI GUNDEKÎ ŞEHBAYÊ BARANDIN

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe her wiha topbaran li gundê Mişêrfê yê kantona Şehbayê barand.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, topbaran di vê kêliyê de jî dewam dike.