Li Hesekê mihrîcana govendê

Bi dirûşma "Her govendek çîrokek û her çîrokek dîrokek e" mihrîcana 5'an a govendê ya Şehîd Ronahî Bawer li Hesekê bi meşeke girseyî dest pê kir, ku mihrîcan ji sala 2019'an ve ji ber êrîşan nehatibû lidarxistin.

Bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" mîhrîcana govendê ya şehîd Ronahî Bawer li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûna 16 komên Govendê li bajarê Hesekê dest pê kir.

 Endamên Komên Govendê yên ji Şehba heta Dêrikê ji gelê Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez û Tirkmen li Navenda Xabûr ya Çand û Huner a bajarê Hesekê kom bûn û bi cil û bergên xwe yên filklorî meşek bi dirûşma "Meşa rûmetê li dijî ixanetê" hat li dar xistin. Meş li ber Navenda Xabûr a Çand û Huner dest pê kir û li ber çerxereya Kevokê ya taxa Miftî bi dawî bû. Paşê ji bo despêkirina mîhrîcanê hemû komên govendê berê xwe dan Navenda Serdem a Çand û Huner ya taxa Mişêrfê a Bajarê Hesekê. Her wiha dê mîhrîcana şehîd Ronahî Bawer sê rojan dom bike. Her wiha koma herî serkeftî dê ji aliyê Komîteya Amadekar a şopandinê ve di roja dawî de bên xelatkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Dayika Şehîd Ronahî Bawer, Emîna Hisên despêkirina mîhrîcan 5'an a şehîd Ronahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Li dar xistina mîhrîcana govendê divê qonaxa hesas ku ji her alî de êrîş li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tê gavek girîng û pêşketî ye. Ez bi şehadeta keça xwe Ronahî serbilind im, di şexsê her kesekî welatparêz de ku niha beşdarî vê mîhrîcanê bûye ez keça xwe dibînim." Paşê Komîteya amadekar a mîhrîcanê, diyariyek pêşkêşî malbata şehîd Ronahî Bawer kirin.
 
Hevseroka TEV-ÇAND ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Botan bi xêr hatina mêvanan kir û wiha pêl da axaftina xwe: "Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi pêkhateyên xwe dewlemend e, di despêka mîhrîcanên ku me li dar dixistin, tenê netewê Kurd cihê xwe lê digirt, paşê her pêkhate komên xwe avakirin û ji bo parastina filkloro xwe tevlî mîhrîcanê bûn. Ev gav gavek serkeftî ye. Îro gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşan û ji pişaftinê çanda xwe diparêzin. Em ê bi rihê hevgirtina gelan bi parastina govendên xwe  gum gum ji erdê bînin."
 
Endama Komîteya amadekar a mîhrîcana Şehîd Ronahî, Dîma Elî da zanîn mîhrîcan wê 3 rojan dewam bike û wiha got: "Em mîhrîcana xwe li Rêber Apo pîroz dikin. Armanca me ji vê mîhrîcanê parastina çanda pêkhateyên herêmê ye. Îro dijmin êrîşî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike, di riya van êrîşan dixwaze çand û dîroka pêkhateyên wê winda bike. Li dar xistina vê mîhrîcanê bersiva herî xurt e ku çi dibe bila bibe em xwedî çand û dîrok in kes nikare hebûna me tune bike."