Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Gundên rizgarkirî yên Babê hatin bombekirin

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên rizgarkirî yên li rojhilatê Babê bombe kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê got, "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li gundê El-Şêx Nasir bi cih dibin di saet 01:30'an de gundên El-Kawiklî, Kor Hiyok û Qert Wêran ên rizgarkirî yên li rojhilatê bajarê Babê ku sivîl tê de ne, topbaran kirine.

Li gorî navenda ragihandinê, 15 topên hawanê û tankan li gundên navborî ketine.

Topbaranê heta saet 06:00'an dewam kir. Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de topbarana li ser gundewarên bakur û rojavayê Minbicê dijwar kirine û bi vê yekê jiyana bi hezeran sivîl dixe xeteriyê û zerarê dide mal û milkên wan.