Cenazeyê şervanê YPG’ê Mezlûm Serhed veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Arî Can (Mezlûm Serhed) yê duh di encama qezaya trafîkê de li Hesekê şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Şêniyên Qamişlo, cenazeyê şervanê YPG’ê Mezlûm Serhed (Arî Can)  bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid axivî, sersaxî ji malbata şehîd û dayika şehîd ku li Bakurê Kurdistanê ye re xwest û got: "Şehîd Mezlûm îsbat kir ku şagirtê Rêber Abdullah Ocalan e, ji bo belavkirina fikir û felsfeya wî dixebitin, çiqasî me behsa têkoşîn û berxwedana şehîd Mezlûm bikin em nikarin mafê wî bidin."

Hêvî diyar kir ku şehîd Mezlûm efsanên qehremantiyê raber kir, da ser şopa şehîdan, beşdarî piraniya pêngavên berxwedanê yên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Dayika şehîd Serhed, Sacîda Can bi rêya telefonê beşdar bû û got: "Kurê min şehîdê tevahî Kurdistanê û tevahî hêzên Kurdî ye."

Birayê şehîd, Zana Serhed axivî û got:  "Şehîd Mezlûm dê di dilê me de bimîne, mamoste û hevrêy me bû. Tevî hemû astengiyan têkoşîna xwe berdewam kir û em pê serbilind in."

Serhed di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Bijî serok Apo, şehîd namirin."

Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman hate veşartin.