Dewleta Tirk û çeteyên wan li Efrînê 5 sivîl revandin

Diyar bû ku îstîxbarata Tirk û çeteyên wan li Efrînê 5 sivîl revandine.

Li gorî nûçeya ANHA'yê çeteyên bi navê 'Polîsên Leşkerî' yên bi ser îstîxbarata Tirk û çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk, 2 şêniyên gundê Şûrbe yê navçeya Mabata bi tawan û bihaneyên bê bingeh, revandin.

Li gorî çavkaniyan, welatiyên hatine revandin Nîhad Beyram (45) û Ebdîn Umer (55) in û ew birine cihekî ne diyar.

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyên bi navê “Polîsên Sivîl” êrişî mala her du welatiyên bi navên Ehmed Reşîd Hisên (50) û Aslan Şêxmûs Hebeş (38) yên ji gundê Kêla yê girêdayî navçeya Bilbilê kirine û ew revandine.