Dagirkeran cenazeyên şehîdan bi ku ve birin?

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Fewzî Mistefa pirsî ku cenazeyên şehîdan ên ji aliyê dewleta Tirk ve ji Efrînê hatine revandin, bi ku ve birine. Mistefa li dijî vî sûcî bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Goristana Avesta ku cenazeyên şervanên YPG-YPJ û sivîlên di dema êrişên dagirkeriyê de şehîd bûn lê hatin veşartin, beriya bi demeke kurt hatibû xerakirin û dewleta Tirk bi gotina "gora komî ya sivîlên hatine înfazkirin" mijar manîpule kiribû. Lê belê di demeke kurt de rayedarên Efrînî bi dîmenan eşkere kiribûn ku îdîaya dewleta Tirk derew e.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê Fewzî Mistefa bang li civaka navneteweyî kir û xwest ku bê tespîtkirin bê cenazeyên şehîdan bi ku ve birine.

Fewzî Mistefa wiha axivî:

"Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê em bang li rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî dikin ku komîteyên xwe yên li ser vê mijarê wezîfedar bike, bişînin Efrînê, cihên şehîdên me tespît bikin û daxuyaniyeke têrker li ser vê mijarê bidin raya giştî. Hin şahid dibêjin ku cenazeyên şehîdên me li Goristana Henan Ziyaretê ya Şerayê hatine veşartin. Em bi bêhurmetiya dewleta Tirk a li dijî cenazeyên şehîdên me zanin. Berê jî Şehîdgeha Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê Şerayê kiribûn baregeha leşkerî, Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr a li navenda Efrînê jî kiribûn bazara heywanan. Şehîdgeha Şehîd Seydo ya li Çiyayê Qaziqliyê xera kiribûn. Ji ber vê yekê em dixwazin ku zanibin bê cenazeyên şehîdên me li ku ne. Di vê mijarê de em ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku bikeve nava liv û tevgerê."