Dagirkeran gundên Şehbayê, Şêx Îsa û Til Rifat topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Mediq, Bêlûniyê yên Şheba û hawîrdora Bendava Şehbayê, gundê Şêx Îsa û Til Rifatê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê di saetên êvarê gundên Til Mediq û hawîrdora Bendava Şehbayê, topbaran kir. Piştre jî gundê Bêlûniyê yê Şhebayê, gundê Şêx Îsa, navçeya Til Rifatê û gundê Şiwraq a girêdayî Şerayê bi awayekî giran topbaran dike.