Şehîd Viyan Amara hate bîranîn

Mamoste Sadiq Berekat di salvegera 8'an a şehadeta kedkara zimanê Kurdî Şehîd Viyan Amara bi bîr anî.

Kedkara zimanê Kurdî, şoreşger Viyan Amara di 26'ê Tîrmeha 2013'an de di berxwedana Kobanê de li gundê Kendal şehîd bûbû. Mamoste Sadiq Berekat bi wesîleya salvegera 8'an a şehadeta Şehîd Viyan Amara axivî.

Mamoste Sadiq bal kişand ser taybetmendiyên Şehîd Viyan û diyar kir ku tişta herî zêde bala mirovan dikişand ew bû ku pirsgirêk hemû ji her alî ve çareser dikir. Mamoste Sadiq got, "Di sînemayê de jî rola xwe hebû. Bi giranî li ser pirsgirêkên jinê dixebitî, dixwend û lêkolîn dikir. Ji ber ku digot, eger pirsgirêka jinê bê çareserkirin wê wekhevî pêk were û azadî bê afirandin. Ji ber ku jin nûnertiya jiyanê dike."

Mamoste Sadiq Berekat Şehîd Viyan Amara bi bîr anî û got, "Şehîd Viyan Amara ji aliyê ziman ve gelekî kar kir. Carek ji caran li aliyê kampa Mexmûrê bi Şehîd Rustem Cûdî re ji bo ziman kar kir. Dema şoreşê dest pê kir, cihê xwe li Kobanê girt. Ji bo jiyanê digot, 'eger jiyanek hebe divê saf be, mîna zarokekî be'. Dema ku şerê Kobanê dest pê kir Şehîd Viyan tevlî vî şerî bû. Di 26'ê Tîrmeha 2013'an de li gundê Kendal şehîd bû. Bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Viyan Amara em bejna xwe li ber bîranîna şehîdan hemûyan ditewînin û bi bîr tînin. Her wiha li Efrînê Saziya Zimanê Kurdî bi navê Şehîd Viyan Amara hatibû avakirin. Ji bo dijmin baş zanibe ku êrişên dijmin wê li pêşiya destketiyên Kurdan nebin asteng. Piştî ku xelkê Efrînê koçberî herêma Şehbayê bû, peymangek bi navê Şehîd Viyan Amara hate avakirin."