Cenazeyê Şehîd Elî Mehmûd li Tebqayê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Elî Mihemed Mehmûd (Humsî) li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Mihmed Mehmûd li Tebqayê bi merasîmekê veşarti.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina şervanên QSD’ê ve destpê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê Rêveber ê Meclîsê Ebdulhekîm Hisên axivî û got: "Em şehîdekî û zavayekî li pey hev  bi tilîlî û serbilindî oxir dikin. Li hermberî wê israra me ya pêkanîna armancên şehîdan heye, ji ber ku wan meşaleyên serhildanê pêxistin."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Mehmûd El-Elî, di kesayeta şehîd Elî Mehmûd de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û diyar kir ku wan di oxira pêkanîna jiyaneke birûmet û azad de canê xwe da.

Piştre li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Heverokê Komîteya Têkiliyên Giştî Îbrahîm Mihemed got, şehîd bi bedenên xwe diçin, lê giyaên wan û xebatên wan rêya gelan ronî dike û bi keda xwe neteweya demokratîk û biratiya gelan ava kirin.

Piştî axaftinê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb nasnameya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Şehîd bi diruşmên silavkirina berxwedanê û tilîliyên dayikan hate veşartin.