QSD: Divê çeteyên biryara pêkanînan li ser tên kirin, bên darezandin

QSD a ku pêkanîna li ser çeteyên Ehrar El Şerqiye ya Wezareta Xizîneyê ya DYE’yê gavek erênî nirxand û destnîşan kir ku divê çeteyên ku pêkanîn li ser tên kirin, divê li dadgehê naveneteweyî bên darezandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî biryara pêkanînê ya Wezareta Xizîneyê ya DYE’yê derbarê hinek kesên ku serçeteyên Ehrar El Şerqiye jî di nav de hene, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê cezayên nû li dijî sazî û kesayetên Sûrî birî. Koma Ehrar El-Şerqiye ya ku Tirkiyê desteka wê dike di nav van cezayan de ye. Koma navborî sûcên şer û binpêkirinên hovane ku hatine belgekirin pêk anîne. Vê komê endamên rêxistina DAÎŞ a terorîst tevlî xwe kirine, ev yek di raporên navneteweyî û herêmî yên berê de hatiye piştrastkirin.

Em Hêzên Sûriya Demokratîk di demekê de ku vê biryarê erênê dinirxînin û wekî gaveke yekemîn li ser bangên rêxistinên hiqûqî ber bi lêpirsîneke giştî ve ji tevahî sûcên ku van kom û serçeteyên wan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêmên Sûriyê kirine, dibînin. Ji ber van sûcan em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku fişarên siyasî û qanûnî li rêxistinên dîtir bikin da ku ji bo pêkanîna edaletê ji bo qurbaniyên li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî bixebitin.

Ji dema damezrandina koma Ehrar El-Şerqiye bi destê teror û serçeteyê berê yê Cebhet El-Nusra Ebû Mariya El-Qehtanî ve, lîsteya wî tijî sûc e û reş e. Dîroka Ehrar El-Şerqiye bi sûcan dagirtî ye, nexasim li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Çeteyên Ehrar El-Şerqiye siyasetmedar Hevrîn Xelef û gelek kadroyên tenduristî û sivîl qetil kirin. Lewre, rûxmî girîngiya tedbîrên Emerîkayê yên dawî li dijî koma Ehrar El-Şerqiy ya teror jî, lê em dibînin ku asta tundiya sûcên vê komê bi tevgereke lezgîn a navneteweyî ya giştî heye ku nîşane û belgeyan ji qurbaniyan kom bikin û li wan guhdar bikin û dest bi tedbîrên qanûnî bikin, da ku serçeteyên wê komê û endamên wê rakin dadgehên navneteweyî."